Şêniyên Hesekê ji ber dirêjkirina qedexeyê kêfxweş in

Şêniyên bajarê Hesekê bi biryara dirêjkirina qedexekirina çûn û hatinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê  kêfxweş in. Her wiha bang li rêxistinên mirovî kirin ku alîkariya malbatên xizan bikin.

Bi zêdebûna belavbûna Koronavîrusê li dewletên cîhanê re Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexekirina çûn û hatinê 15 rojên din jî dirêj kir. Ev yek wek tedbîrên pêwîst ji bo parastina ji vîrusê tê kirin.

Biryara qedexekirin û sekinandina xebat û saziyan, hişt ku hindek malbat bê debar bimînin. Şêniyên bajarê Hesekê bi biryara dirêjkirina qedexekirinê kêfxweş in û daxwaza alîkariyê ji malbatên xizan re kir.

Welatiyê bi navê Elî Şêx Nezîr ji taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê ye û wiha got: "Biryara dirêjkirina qedexekirina çûna û hatinê ji bo parastina ji vîrusê baş e û ji bo ku li herêmên me jî dernekeve. Lê hindek malbat hene zehmetiyan di peydakirina pêwîstiyên jiyanê yên rojane de dibînin û divê alîkarî ji wan re were pêşkêşkirin."

Şêx Nezîr wiha pê de çû: "Divê gel li gorî biryarê tev bigere. Ji ber ku ew vîruseke pir xeternak e. Heger li herêmên me derkeve tu tedbîrên me tene ye ku wê tune bikin."

Welatiya bi navê Evîn Ehmed ji koçberên Serêkaniyê ye û ev tişt anî ziman: "Em li gorî biryara qedexekirinê tev digerin. Heger ne pêwîst be em ji malê dernakevin. Lê em di peydakirina hindek pêdiviyên rojane de zehmetiyan dibînin."

Welatiyê bi navê Îmad Bedirxan jî destnîşan kir ku biryara qedexekirinê ji bo parastina gel ji vîrusê baş e û got: "Biryar baş e lê bandoreke zêde li karkeran dike, bi taybet li kesên ku di xaniyên kirêkirî de ne."

Di dawiyê de Îmad Bedirxan bang li rêxistinên mirovî kir ku heta qedexekirina çûn û hatinê bi dawî bibe, alîkariya malbatên xizan bikin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din