Şêniyên Hesekê ji ber kêmbûna avê bi gazincin

Gerînendetiya Avê ya Hesekê diyar kir ku dewleta Tirk derfet ku ji 8 dînemoyên avê tenê 3 dînemoyên pêxe ji 30 bîrî tenê 17 pêxe û ji ber wê jî şênî ji ber kêmbûna avê gazincan dikin.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker di 9’ê Cotmeha 2019’an de bajarê Serêkaniyê dagir kirin, Li Hesekê pirsgirêka avê mezin bû. Ji ber ku ava Hesekê ji herêma Serêkaniyê diçû.

Dewleta Tirk ji destpêka ku stasyona Elok dagir kir, zêdetirî 5 caran av qut kir. Stasyona Elok avê dide bajarê Hesekê, navçeyên wê, kampa Holê, Erşîa û Waşûkanî.

Her 5 rojan carekê av dighêje taxên bajarê Hesekê. Ev çend rojin û bi taybet bi hatina demsala havînê re şênî ji ber kêmbûna avê gazincan dikin. Şênî bi rêya galonên avê ji xwe re miqdareke mezin ji avê û depoyên li ser xaniyan dadigrin her wiha ava ku nayê vexwarin dadigrin û dikirin.

Di vê çarçoveyê de, derbarê çareserî û tedbîrên ji bo kêmbûna avê digrin de şêniyên bajarê Hesekê ji ANHA`yê re axivîn.

Qasim Newaf ji taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê ye wiha got: "Ev cara 3`emîn ku avê didin me. Lê av naghêje praniya taxên bajêr û ji wan taxa Salihiyê. Ji ber kêmbûna avê em gelek zehmetiyan dibînin. Em neçar dimînin ku ava nayê vexwarin dagirin ji bo em pê debara we bikin. Em bi buhayên pir bilind ji xwediyên sarîcan dikirin.”

Newaf ji gerînendetiya ava kantona Hesekê xwest ku di zûtirîn dem de vê pirsgirêkê çareser bike û bi taybet bi hatina cejnê û demsala Havînê re.

Welatiya bi navê Hediya Îbrahîm ji taxa Miftî ya bajarê Hesekê ye destnîşan kir ku ew nikarin avê bikirin ji ber pir buhya bûye û ev tişt anî ziman: "Destpêkê ava me baş bû. Em li gorî pêwîstiya xwe ji xwe re dadigirt. Lê niha tenê di saetên derengiya şevê avê didin û şênî nikarin avê ji xwe re dagirin."

Gerînendetiya Avê ya kantona Hesekê jî got sedema kêmbûna avê ku artêşa Tirk a dagirker ji 8 dînemoyan tenê derfet dane ku 3`an her wiha ji 30 bîrî 17 bîr, werin pêxistin

Gerînendetiyê destnîşan kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê xebatkar ji stasyonê derxist û niha nizanin çi di hundirê wê de, diqewime.

Her wiha gerînendetiyê got yek ji serbazên dewleta Tirk ferman da çeteyên ku stasyonê pêdixin ku zêdetirî 3 dînemoyan, pênexin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din