Şêniyên Hesekê ji bo azadiya Ocalan li qadan in

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê bi meşekê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û piştgiriya xwe ji bo çalakiyên greva birçîbûnê nîşan da.

Kongreya Star û TEV-DEM`ê ya kantona Hesekê ji bo piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê meşek li dar xist. Bi sedan şênî beşdarî meşê bûn.

Meş ji bajarokê Sifiya ber bi gundê Dawidiyê ve çû. Şêniyan pankartên li ser nivîsa "Em ê faşîzmê hilweşînin û tecrîdê bişikînin bi rêber Apo re azad bijîn, em ê tecrîdê bişikînin û zindana Îmraliyê hilweşînin" hildan.

Şênî li gundê Dawidiyê li pêşiya goristana şehîd Dijwar rawestiyan, li vir Hevserokê meclisa navçeya Holê Imar Mûsa axivî û wiha got: "Berxwedana zindanan bûye sembola lehengiyê li dijî dagirkeriya pergala Tirkiyê û binpêrkirinên wî dijî mafên azad."

Mûsa piştgiriya xwe bi grevên birçîbûnê yên di zindanên Tirkiyê de teqez kir û wiha got: "Em bêdengiya civaka navneteweyî ku îdiaya azadî û demokrasiyê dike bi tundî şermezar dikin ku heta niha li hember çalakiya grevê bê deng e."

Her wiha endama rêveberiya Kongreya Star Nede Salih axivî û wiha got: "Em berxwedana Leyla Guven û hevalên wê yên di greva birçîbûnê de li hember siyaseta nemirovî ya Tirkiyê ku liberxwe didin, silav dikin."

Di dawiya axaftina xwe de Nede wiha got: "Em paşde venagerin û em ê di çalakiyên xwe de dewam bikin heta ku em bigihîjin azadiya rêber Apo û tecrîdê bişikînin."

Meş bi dirûşmên silavkirina berxwedana zindanan bi dawî bû.

(jo)

ANHA 


Mijarên Din