Şêniyên Hesekê şehîd Mihemed El-Mihêmîd oxir kirin

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê şehîd Mihemed Ehmed El-Mihêmîd li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê oxir kirin. Di merasmê de nasnameya şehîd Mihemed Mehmûd El-Ehmed hate eşkerekirin.

Şêniyan cenazeyê şehîd Mihemed Ehmed El-Mihêmîd bi nasnav Mihemed ê şervanê QSD`ê ji ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê ve ketin birin. Şehîd Mihemed dema li ser erka xwe ji bo girtina şaneyên DAIŞ`ê li gundewarê Dêrazorê şehîd bûbû.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê û torenek leşkerî ji hêla şervanên QSD`ê ve destpê kir. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ezîze Hisên axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Ezîze berxwedana bêhempa ya şervanên QSD`ê ji bo tunekirina şaneyên DAIŞ`ê silav kir. Her wiha tekez kir ku ji bo parastina destketiyên şehîdan divê gel hemû şopdarên şehîdan bin.

Paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbata şehîd kir.

 Di merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîd Mihemed Mehmûd El-Ehmed bi nasnav El-Şêx ê şervanê QSD`ê eşkere kir. Şehîd El-Şex dema beşdarî hemleya tinekirina terorê bibû, şehîd bûbû.

Cenazeyê şehîd Mihemed El-Mihêmîd di nav tilîliyên dayîkan de û berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate veşartin.

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din