Şêniyên Holê: Armanca tecrîdê qirkirina gelên herêmê ye

Şêniyên navçeya Holê gotin: “Armanca tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şikandina vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê  û qirkirina gelên herêmê ne. Divê em bi fikir û felsefeya Ocalan re bibin yek, da ku wî ji girtîgeha dewleta Tirk a dagirker rizgar bikin."

Têkildarî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û tecrîda girankirî ya ku dewleta Tirk a dagirker li dijî wî ferz kiriye, şêniyên ji pêkhateyên Ereb ên navçeya Holê ya kantona Hesekê nêrînên xwe bi mer re parve kirin.

Ji rûspiyên eşîra Xanûniyê ya navçeya Holê Mehmûd Xelef El-Sebah got: “Tirkiye dewleteke dagirker e, li dijî hemû netew û gelên azadîxwaz e. Ji ber vê yekê Rêber Abdullah Ocalan girtin û tecrîd li dijî wî ferz kirin. Felsefeya Ocalan gelan ji hişmendiya kesên wek Erdogan û kesên mîna wî rizgar dike. Divê em  wek pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêbertî û azadiya wî têkoşînê bikin. Divê em çi bi xwepêşandanan be yan jî bi bangewaziya li rêxistinên mirovî û cîhanî, an jî li Konseya Ewlehiyê be bang bikin ku Rêbertî ji tecrîdê xilas bikin.”

Keyê Behra Xatûniyê yê navçeya Holê Edhem Sulan got: “Dewleta Tirk a dagirker beriya 400 salî beşek ji xaka Sûriyê dagir kir, niha jî hin herêmên din dagir kirine, şêniyan koçber dike û zorê li gel dike. Erdogan terorîstê ku gelê Sûriyê koçber kiriye. Em li vir roja reş ya komploya navneteweyî ya li dijî Rêbertî şermezar dikin."

Jina bi navê Cemîla Ehmed diyar kir ku Tirkiye di ferzkirina tecrîda li dijî Ocalan de berdewam e û wiha domand: "Armanca tecrîdê şikandina vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, her wiha qirkirina şaristaniyê ye. Em ê yek dest bin heta wî ji girtîgehên Tirkiyê ya dagirker rizgar bikin."

Cemîka îşaret pê kir ku bi saya ramanê Ocalan jinan mafên xwe bidest xistiye û got: "Em ê bi yekîtiya gelan, tecrîdê bişkînin."

ANHA


Mijarên Din