Şêniyên Holê ji ber kombûna ava kanalîzasyonê bi gazin in

Şêniyên navçeya Holê ji ber kombûna ava kanalîzsyonê ya ku ji kampa Holê tê û li nava navçeyê kom dibe, bi gazin in.

Ev salek e şêniyên navçeya Holê ji ber kombûna ava kanalîzasyonê ya ku ji kampa Holê tê û li navenda navçeyê kom dibe û di ber malan re diherike, şêniyan ji Şaredariya Gel xwest ku vê pirsgirêkê çareser bikin, bi taybet piştî ku gelek nexweşî belav bûn û bêhneke qirêjî jê tê û tev li ava paqij dibe.

Nişmiyê El-Mihemed ji şêniyên Holê ye, ji ber kombûna avê li pêşiya mala wê bi gazin e û wiha got: "Ji ber kombûna avê li pêşiya mala min, yek ji zarokên min bi nexweşiya laşmanya ketiye, ew yek ji ber belavbûna kelmêşan li ser ava genî ye. Nexweşiya hesasiya di sîngê min de heye, ji ber vê yekê ez zehmetiyê ji bêhna gemarê dibînim."

Nişmiyê gelek caran ji şaredariyê re gazinên xwe gotin da ku pirsgirêkê çareser bikin.

Her wiha welatiya bi navê Eyşa El-Derwîş diyar kir ku pirsgirêka ava kanalîzasyonê ku zehmetiyê ji ber wê dikişînin, dibe ku hîna xerabtir bibe, bi taybet di havînê de.

Eyşe El-Derwîş bang li şaredariyê û rêxistinên mirovî kir ku çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re bibînin û nehêlin nexweşî li navçeyê belav bibe.

Endama Rêveberiya Şaredariya Gel a Holê Rebîa Ehmed jî der barê mijarê de wiha got: "Me gelek daxwaz ji rêveberiya kampê re rakirin, da ku vê pirsgirêkê çare bikin, wan jî soza çareseriyê da."

Rebîa Ehmed bi bîr xist ku hin rêxistinan soza alîkariya şaredariyê da, da ku kanalan bi dirêjiya hezar metre, ava bikin û nirxê projeyê 30 milyon lîreyên Sûriyê ye.

(jo)

ANHA


Mijarên Din