Şêniyên Idlibê li dijî dewleta Tirk derketin - HAT NÛKIRIN

Bi sedan şêniyên Idlibê li dijî dewleta Tirk xwepêşandanek li dar xist û bi rêya deriyê Bab Hewa derbasî xaka Tirkiyê bûn.

Çavkaniyên herêmî destnîşan kir ku bi sedan şêniyên Idlibê li dijî dewleta Tirk a dagirker xwepêşandanek li dar xist û bi rêya deriyê Bab Hewa derbasî xaka Tirkiyê bûn. Çavkaniyan diyar kir ku şênî dibêjin Tirkiye bi hevkariya Rûsyayê dixwaze Idlibê hilweşîne.

Her wiha bi sedan şêniyên bajarê Etarib li dijî dewleta Tirk a dagirker xwepêşandan lidar xistin û dirûşmeyên li dijî Tirkiyê berz kirin.

Her wiha çavkaniyan got cendirmeyên Tirkiyê gule ber bi xwepêşandêran ve avêtin da ku wan ji hev belav bikin û di encama wê de hinek sivîl birîndar bûn.

Tê zanîn ku pêngava rejîma Sûriye û Rûsyayê piştî bajarê Xan Şêxûn ê stratejîk dîsa xist bin serweriya xwe, li Idlibê didome. Her wiha tê destnîşankirin ku Rûsya car caran dibêje ku pêngava wê li Idlibê bi hevkariya Tirkiyê tê kirin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din