Şêniyên Keramê bi meşekê lêkirina dîwarê li Efrînê şermezar kir

Ji bo redkirina kiryarên dagirkeriya Tirkiyê di xaka Sûriyê de û lêkirina dîwarê parçekirinê li Efrînê, şêniyên Keramê û gundewarên wê meşek li dar xist.

Bi beşdarbûna bi sedan ji şêniyên bajarokê Keramê yê Reqayê û rûspiyên eşîrên gundewarên rojhilat, şêniyên Keramê derketin meşekê û kiryarên dagirkeriya Tirkiyê di xaka Sûriyê de şermezar kirin.

Şênî li Qada Selamê ya bakurê bajarokê Keramê kom bûn û di nava kolanên bajarok re heta dibistana Keramê meşiyan. Paşê endamê rêveberiya Meclisa Gel a gundên rojhilat Ibrahîm El-Ebas axivî û wiha got: "Êdî li Tirkiyê diyar bû ku çi ji Sûriyê û ji gelê Sûriyê dixwaze, ew jî parçekirina xaka Sûriyê ye. Lê bi lehengiya şervanan em nahêlin xeyalên Tirkiyê di dagirkirina Sûriyê de pêk werin."

Ibrahîm El-Ebas bêdengiya rejîma Sûriyê li ser rûdanên ji binpêkirinên dagirkeriyê ji xaka Sûriyê re şermezar kir û got: "Dagirkeriya Tirkiyê binpêkirinên dagirkeriyê ji xaka Sûriyê re didomîne, rejîma Sûriyê jî li hember vê yekê bê deng e, tu helwest der barê binpêkirinan de zelal nekir. Efrîn xaka Sûriyê ye û divê her kes parastina wê bike."

Paşê endama rêveberiya Meclisa Jinên Sûriyê Zelîxa Ebdî axivî û got: "Efrîn xaka Sûriyê ye, ne ya Tirkiyê ye ku dîwar lê bike û wê ji Sûriyê qut bike. Em ê yek rih bin li dijî hemû planên dijmin."

Endama rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan li Keramê Ibtîsam El-Ehmed jî wiha got: "Me bi hezaran şehîd ji bo rizgarkirina xaka xwe ji çeteyên DAIŞ`ê dan ku di Tirkiyê re derbasî welatê me bûn. Lê planên Tirkiyê bi ser nakevin, ew niha dixwaze dîwarekî li Efrînê lê bike da ku ji Sûriyê qut bike. Em nahêlin tiştekî wiha bike."

(jo)

ANHA


Mijarên Din