Şêniyên Kobanê 7 şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin

Bi hezaran şêniyên Kobanê cenazeyên 7 şehîdên Berxwedana Rûmetê yên ku li bajarê Serêkaniyê û Girê Spî de şehîd bûne li Goristana Şehîd Dîcle oxir kirin.

Bi merasîmek girseyî bi hezaran şêniyên bajarê Kobanê cenazeyên 7 şehîdên Berxwedana Rûmetê; şervana YPJ`ê Nesrîn Muslim bi nasnav Nûrşîn Qeremox, fermendara YPJ`ê Suad Cuma bi nasnav Zîn Amara, şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk Mihemed Hebeş bi nasnav Mihemed Kobanê, Delîl Ismaîl bi nasnav Qendîl Kirik, Mihemed Bekir bi nasnav Gelhat, Hemîd Mihemed bi nasnav Welat Elîşar, Şihab Temî bi nasnav Şihab Mezret Sofî li Goristana Şehîd Dîcle oxir kirin.

Tevî şêniyên Kobanê endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û saziyên sivîl tev li merasîmê bûn.

Şênî li ber Goristana Şehîd Dîcle kom bûn ji bo ku cenazeyên şehîdan pêşwazî bikin. piştî ku kerwana şehîdan gihaşt goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.

Piştre fermendara YPJ`ê Kilara Kobanê axivî û tevahiya şehîdên azadiyê yên ku li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker bi bîr anîn.

Kilara wiha domand: Ji 15 rojan ve Berxwedana Rûmetê li dijî artêşa Tirk a dagirker û duyemîn hêza NATO`yê ji bo parastina ax û gel berdewam e.

Her wiha diyar kir ku gelên herêmê ji bo parastina gelên herêmê ji komkujiyên artêşa Tirk a dagirker li berxwe didin. Kilara soza şopandina rêya şehîdan heya pêkanîna armancên wan di avakirina jiyanek azad de ji civakê re da.

Bi navê malbata şehîd Nûrşîn Qeremox Şervan Muslim, bi navê malbata şehîd Şihab Mezret Sofî Nebo Temo û bi navê malbata şehîd Welat Elîşar Ehmed Mihemed axivîn.

Axaftvanan giyana têkoşînê ya şehîdan destnîşan kirin û soza şopandina rêya şehîdan heya pêkanîna azadiyê dan.

Piştre wesîqeyên şehadeta şehîdan ji hêla Meclisa Malbatên Şehîdan ve hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Piştre şêniyan di nav berzkirina silavkirina Berxwedana Rûmetê de û dilsoziya şehîdan spartin axê.

(şx)

ANHA     


Mijarên Din