Şêniyên Kobanê bi merasîmekê cenazeyê şehîd Çeleng Kobanê veşartin  

Şêniyên kantona Kobanê cenazeyê endamê Hêzên Erkaxweparastinê Çeleng Kobanê li Goristana Şehîd Dîcle bi merasîemk heybet veşartin.

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê û hêzên Erka Xweparastinê tev li merasîma oxirkirina cenazeyê şehîd Çeleng Kobanê bi rastnav Mihemed Hec Xelîl bûn. Şehîd Çeleng Kobanê dema li ser erka xwe bû bi qezeyek tirafîkê şehîd bûbû.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtin li gel torenek leşkerî ji hêla Hêzên Erkaxweparastinê ve destpê kir. Piştre gelek axaftin ji hêla cîgirê hevserokatiya Desteya Parastin û Xweparastinê ya kantona Kobanê Mamed Temo ve û endamê rêveber ê Tevgera Civaka Demokratîk Ebdulrehman Dumer hatinkirin.

Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwest û pêwîstiya mezinkirina asta têkoşîn û berxwedanê di vê pêvajoyê de tekez kirin.

Her wiha balkişandin ser ku meha Tîrmehî meha berxwedan û serkeftina li ser faşîzma Tuirk û çeteyên wê ye. Di vê mehê de çirûska berxwedan ji 14`ê Tîrmehê ve destpê kir heta gihaşt şoreşa 19`ê Tîrmehê ya Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û yak u DAIŞ`ê tune kir.

Piştî bidawîbûna axaftinan, Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbata şehîd kir. Piştre girseya cenazeyê şehîd Çeleng Kobanê li Goristana Şehîd Dîcle di nav tilîlyên dayîkan de û berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

(şx)

ANAH


Mijarên Din