Şêniyên Kobanê cenazeyên şehîd Ayşe û Xalid spartin axê

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê cenazeyên şehîd Ayşe Mistefa (45) û şehîd Xalid Kemal Ehmed (28) li Goristana Şehîd Dicle veşartin.

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê cenazeyên şehîd Ayşe Mistefa (45) û şehîd Xalid Kemal Ehmed (28) li Goristana Şehîd Dicle veşartin. Merasim li qada Goristana Şehîd Dicla ya li başurê bajarê Kobanê hat lidarxistin. Bi sedan şêniyên kantonê û li rexê jî endamên saziyên sivîl û şervanên YPG û YPJ’ê beşdar bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûvre bi navê Rêveberiya Xweser a Kobanê Newroz Esed axivî û sersaxî ji malbatan re xwest û şifa ji birîndaran re xwest. Newroz destnîşan kir ku her du şehîd Ayşe û Xalid tevî hin hevalên xwe duh di dema vegera ji beşdariya konê mertalên zindî yê li ser sînorê rojava yê bajarê Kobanê li dar ketiye de, rastî bûyera trafîkê hatin. Di vegerê de mayîna bermahiyên DAIŞ’ê ya li gundê Zormexar bi erebeya wan de teqiya. Di encamê de her du şehîd bûn û yên pê re jî birîndar çêbûn. Newroz diyar kir ku dê rêya şehîdan bişopînin û li hember gefên li ser herêmê bisekinin.

Her wiha rêvebera Akademiya Şehîd Şîlan Felek Yûsiv anî ziman ku her du şehîd, şehîdên berxwedana sînor û redkirina gefên Tirkiyê ne. Felek got: “Şehîd Ayşe têkoşîneke bêhempa da û roleke girîng di şoreşa jin, zanakirin û hewldana daîm a rizgarkirina jin û civakê de lîst.”

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê ji hêla Saziya Malbatên Şehîdan ve hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Piştre di nava druşmeyan de şehîd spartin axê.

(fr)

ANHA

 

 


Mijarên Din