Şêniyên Kobanê daxwaza vekirina depoyeke dermanan dikin

Li her dermanxaneyeke li Kobanê buhayê dermanan cuda ye. Li gorî dermanfiroşan sedema vê yekê çavkaniya wergirtina dermanan e. Ji ber vê jî şênî daxwaz dikin ku li Kobanê depoyeke navendî ji dermanan re were çêkirin. 

Şêniyên Kobanê ji ber ferqa buhayên dermanan bi gilî ne. Buhayên dermanan li her dermanxaneyekê cuda ye. Carinan hinek dermanxane bi du qat buhayê heyî dermanan difiroşin.

Nexweş dermanekî li dermanxaneyekê bi hezar lîreyên Sûriyê dikirin û li dermanxaneyeke din heman derman bi 2 hezar û 200 lîreyên Sûriyê te.

Beriya niha rêveberiya Odeya Dermanfiroşan ji ANHA’yê re ragihandibû ku sedema vê çavkaniyên cuda yên wergirtina dermanan e.

Girêdayî mijarê, şêniyê bi navê Abdulhemîd Kerko wiha got: "Duh çûm gel bijîşkekî, navê derman ji min re nivîsand û lêçûna wê bi 25 hezar lîreyên Sûriyê bû. Derman pir biha ne. Li gel hin şêniyan derfeta kirînê tune ye, divê rewşa xizanan di ber çavan re were derbaskirin. Buha ji dermanxaneyekê heta yeke din tê guhertin. Dema ji wan tê pirsîn çima wisa ye, dibêjin sedem rêbaz û çavkaniya anîna dermanan e. Divê demildest çareyek ji vê yekê re bê dîtin.”

Derman ji deverên cuda tên Kobanê. Hinek ji depoyên Reqayê, hin ji yên ji Tebqayê, hin ji Minbic û hin ji Qamişloyê tên. Li gorî dermanfiroşan, ev yek cudahiyê di navbera buhayên dermanan de çêdike, her depoyeke dermanan li gorî çavkaniya jê werdigire difiroşe.

Girêdayî mijarê, dermanfiroş Xelîl Ebo wiha got: "Sererastkirina mijarê ne ew qas dijwar e, niha em şahidê bihabûneke dijwar in. Ji ber ku tu lêkolîn li ser vê mijarê tune ye. Di pêvajoya niha de, pêdivî bi avakirina depoyeke navendî li Kobanê heye. Divê desteyên aborî yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştevaniya vê projeyê bikin û li her bajarekî depoyekî ava bikin. Divê Rêveberiya Xweser vê yekê disîplîn bike, da ku depoya navendî girêdayî Rêveberiya Xweser be û bi xwe çavdêriyê li ser bike. Wê demê her dermanxaneyek dikare dermanên xwe ji navendekê bikire."

Hevserokê Odeya Dermanxaneyan Mihyedîn Ehmo jî wiha got: "Me di gelek civînan de ev mijar bi rêveberiya bajarê Kobanê û herêma Firatê re nîşan kir. Nîqaşên erênî hebûn.  Dê depoyên dermanan li Kobanê û bajarên dîtir ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bên vekirin. Hêviya me ji avakirina depoyan kêmkirina buhayan û disîplînkirina kar e.”

(fr)

ANHA


Mijarên Din