Şêniyên Kobanê: Em amade ne hîna şehîdan bidin û dagirker qebûl nakin

Şêniyên bajarê Kobanê gotin ku bila  dewleta Tirk a dagirker bizane ku ew amade ne li pêşiya êrîşan bisekinin û qebûl nakin ku xaka wan bê dagir kirin û diyar kirin ku ew ê parastina xaka xwe bikin weke çawa parastina wê kirin û çeteyên DAIŞ`ê têk birin.

Artêşa Tirk a dagirker ji 9`ê Cotmehê ve êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir da ku dagir bike, dewleta Tirk û bi hezaran çeteyên xwe tevî çekên asmanî û qedexekirî bikar tîne.

Der barê mijarê, şêniyên Kobanê nerazîbûna xwe ji dagirkeriya Tirkiyê re û amadekariya xwe ji berxwedanê re nîşan dan.

Şêniyê bi navê Doxan Mihemed êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û nerazîbûna xwe ji dagirkirina Tirkiyê re nîşan da. Mihemed got ku ew amade ne hîna şehîdan bidin ji bo welatê xwe biparêzin.

Mihemed wiha domand: "Weke çawa me bi xwîna zarokên xwe ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin, em ê dagirkeriya Tirkiyê jî têk bibin, bila Tirkiyê bizane ku xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeta sor e, em dev jê bernadin."

Her wiha şêniya bi navê Xedîce Mistefa jî axivî û wiha got: "Em dagirkeriya Tirkiyê ji herêmên xwe re qebûl nakin, divê Tirkiyê ji xaka me derkeve, bes e komkujiyên derheqê gelê me û bajarên me dirûxîne."

Xedîce bang li hemû gelên cîhanê kir ku li pêşiya dagirkeriya Tirkiyê rabin serhildanê û binpêkirinên derheqê mirovahiyê rawestînin.

Her wiha Meqbûle Bekî jî axivî û got k dewleta Tirk sivîlan dike hedef û wan dikuje, ew û Amerîka naxwazin gelê Kurd mafê xwe bistîne û bi azad li ser xaka bijîn.

Meqbûle da zanîn ku îradeya gel îsbat kir ku cîhan dev ji xak û rûmeta xwe bernadin û xwe radestê qebûl nakin.

Di dawiya axaftina xwe de Meqbûle wiha got: "Em ê heta nefesa dawî li ber xwe bidin, em qebûl nakin ku dagirker têkeve xaka me û komployên qirêj ji li dijî me jî em qebûl nakin."

(jo)

ANHA


Mijarên Din