Şêniyên Kobanê: Em dagirkeriya dewleta Tirk red dikin

Bi rasthatina salvegera duyemîn a dagirkirina Efrînê re, şêniyên bajarê Kobanê got “Em dagirkirina artêşa Tirk a bajarê Efrînê red dikin” û piştgiriya xwe ji şêniyên Efrînê re rave kir.

Roja 18`ê Adarê salvegera duyemîn a dagirkirina kantona Efrînê ye. Ruxmî moşekan û 72 êrişên balafirên şer û çeteyên girêdayî Tirkiyê, şêniyên Efrînê heya 58 rojan li ber xwe da. Bi rasthatina vê rojê re şêniyên bajarê Kobanê rave kir ku ew dagirkirina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya bajarê Efrînê red dikin.

Şêniyê bi navê Mihemed Oskê Bêrî dagirkirina bajarê Efrînê şermezar kir û bang li partî û aliyên siyasî kir ku bibin yek. Bêrî got yekitî çareseriya tekane ji bo vegerandina Efrînê ye.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 20`ê Çileya 2018`an de êrişî Efrînê kir. Piştî berxwedana şêniyan û hêzên şoreşger heya 58 rojan, dagirkeran di 18`ê Adara 2018`an de bajar dagir kir.

Şêniyê bi navê Xelîl Ebû Semra got: "Bi kîjan mafî Tirkiye axa me dagir dike û bi kîjan hincetan êrişî axa me dike. Ev axa me ye û Tirkiyê binpêkirinan li Efrînê didomîne. Daran hildike, şêniyan diqewitîne. Ji tevahiya cîhanê çeteyan tîne û li şûna Kurdan li Efrînê bi cih dike. Lê artêşa Tirk a dagirker wê rojekê li ser kirinên xwe poşman bibe."

Ji ber êrişa Tirkiyê li ser Efrînê zêdetirî 300 hezar sivîl ji warên xwe koçber bûn. Piraniya wan li herêmên Şehba li nêzî Efrînê dimînin. Heta niha dewleta Tirk nahêle şênî vegerin malên xwe. Hovanetirîn sûcan ji kuştin, talankirin, revandin, îşkencekirin û girtina fîdyeyan li beramberî serbestberdana kesên revandine, pêk tînin. Li gorî qanûnên navneteweyî ev binpêkirin digihêjin asta sûcên şer.

Şêniyê bi navê Idrîs Hebeş ê ji Kobanê banga bidawîkirina dagirkirina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê zeytûnananku Efrînê û binpêkirinê wan ên dermirovî li dijî şêniyan tevî guhertina demografîk kir. Hebeş bang li partiyên Kurdan kir ku bibin yek da ku hebûna artêşa Tirk a dagirker li Sûriyê bi giştî û Efrînê bi taybet bi dawî bikin. Her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku erkên xwe yên mirovê bînin cih.

Ji hovanetirîn sûcên artêşa Tirk a dagirker li Efrînê, wêrankirina perestgeha dîrokê ya Eyn Dara ye ku dîroka wê vedigere hezar û 200 sal beriya zayînê.

(şx)

ANHA


Mijarên Din