Şêniyên Kobanê: Em rê nadin ku Tirkiye herêma me dagir bike

Şêniyên bajarê Kobanê bal kişand ser gefên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser herêmê û got "Gelê Kurd xwedî şaristaniyeke kevnar e û pir zêde rastî êrîşan tê." Şêniyan diyar kir ku li hemberî gefan wan xeta berxwedanê hilbijartiye.

Dagirkeriya Tirkiyê li gel bêdengiyeke navdewletî gefên xwe yên li ser herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Dewleta Tirk bi armanca dagirkirina herêmê û pêkanîna xewna xwe ya Împaratoriya Osmanî avakirina "herêma ewle" an jî şerê li dijî terorê dike. Gelên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe li dijî dagirkeriyê di nava çalakiyan de ne û dibêjin ew ê li hemberî hewldanên dagirkirina xaka herêmê bê deng nemînin.

Şêniyên kantona Kobanê diyar kir ku ew ê li dijî dagirkeriya Tirkiyê têkoşîna xwe berdewam bikin.

‘Mirin ji jiyana di bin dagirkeriya Tirkiyê de çêtir e’

Şêniyê bi navê Çawîş Derwîş ê 75 salî wiha dibêje: "Dewleta Tirk her carê herêmên me dike hedef, dixwaze bi vê yekê herêmên me dagir bike da ku xewna xwe ya avakirina dewleta Osmanî bi cih bîne."

Çawîş Derwîş diyar kir ku destekdayîna Tirkiyê ya bi çeteyên DAIŞ‘ê re û êrîşên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji her kesî re eşkere ye, her wiha anî ziman ku ew amade ye çek rake û li hemberî êrîşên muhtemel ên li ser herêmê şer bike.

Derwîş wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bila Tirkiye nas bike ku ji bo me mirin çêtir e ji jiyaneke di bin dagirkeriya wê de."

Jina bi navê Fatima Îsmaîl destnîşan kir ku ew rê nadin ku Tirkiye xaka ku bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin qirêjî bike û got: "Em rê nadin Tirkiyê ku xaka me dagir bike, bi keviran be jî em ê li dijî wê şer bikin. Divê Tirkiye kuştina zarokên me û talankirina milk û bereketa herêmê rawestîne."

‘Em radest nabin, em ê wekî bazan li ser çiyayan bijîn’

Şêniyê bi navê Dirêyî Osman jî got: "Gelê Kurd xwedî şaristaniyeke herî kevnar di cîhanê de ye, lê çima îro em rastî qirkirinê tên û ji mafên xwe bê par mane? Hemû cîhan di komployên li dijî Kurdan de beşdar in."

Osman bang li gelê Kurd kir ku rastiya siyaset dewleta Tirk nas bike û got: "Divê em amade bin û li hemberî hemû êrîşên ku herêmên me dikin hedef, bisekinin. Em radest nabin, em ê wekî bazan li ser çiyayan bijîn."

(bb)

ANHA        


Mijarên Din

Li Raî teqîn