Şêniyên Kobanê ji ajotina bêserûber a motorsiklêtan acizin

Şêniyên kantona Kobanê ji ber diyardeya ajotina motorsîklêtan ji aliyê kesên temenbiçûk ve bi gilî û gazinc in. Bi taybet ajotina bêserûber, çirayên bi şewq û dengê bilind ê motorsiklêtan.

Di van çend salên dawîn de diyardeya motorsiklêtan li bajarê Kobanê bi awayekî zêde belav bûye. Ji ber wê kesên temenbiçûk di nîva şevê, cihên qerebalix de motorsiklêtan dajon.

Bêxemiya malbatan li hember zarokên xwe yek ji sedemên piraniya qezeyên tirafîkê ne. Bi taybet ji ber ku zarok ji mal bi motorsîklêta xwe ber bi taxên bajêr yên bi erebeyan qerebeliq ve derdikevin, dibin sedema qezayan.

Zarokên temenbiçûk guh nadin qanûnên tirafîkê û carnan leza wan di saetekê de digehe 100 km e. Endamê rêveber ê Tirafîkê yê Kantona Kobanê Salih Mihemed ji ajansa me re tekez kir ku ev diyarde di nav bajêr de gelek belav bûye bi taybet di şevê de.

Ajotina leza zêde yek ji rêbazên  herî xeter di ajotina motorsîklêtan de ye. Ajokar pêşiya motorsîklêtê radike û tenê li ser tekera paş dimeşe. Her wiha cureyek din heye navê wê ajotina lûleyî ye. Li vir ajokar di nav qerebeliqa erebeyan de bi motorsîklêta xwe dilîze.

Mihemed destnîşan kir ku ji ber qanûna qedexekirina dûketinê nikarin li du wan ciwanan biçin. Tevî ku ew ciwan di dema karê tirafîkê de dernakevin.

Mihemed diyar kir ku çîreyên ku şewqa wan zêde ye û lezbûna zêde qedexe ne û kesên muxalif bi pereyan têne cezakirin bi taybet kesên temenbiçûk.

Çîreyên ku şewqa wan zêde ne,  çîreyên lêzerî ne û bi yên bingehîn ên motorsîklêtan têne guhertin. Ev çîre dîtina ajokarê hember asteng dike.

Berpirsên tirafîkê yên Kobanê dibînin ku rola malbatan di vî warî de gelek girîng e da ku rê li pêşiya vê diyardeyê were girtin. Salih Mihemed endamê rêveber ê Tirafîkê bang li dê û bavên ciwanan ên Kobanê kir ku li ser zarokên xwe baldar bin. Mihemed diyar kir ku malbat berpirsên zirarên ku zarokên wan pêk tînin in.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din