Şêniyên Kobanê ji bo rewşa Ocalan daketin qadan

Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê ji bo şermezarkirina binpêkirinên dewleta Tirk  li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşiyan. Her wiha banga eşkerekirina çaranûsa Rêber Ocalan piştî agirê bi Imraliyê ketiye, kirin.

Li gorî agahiyan, îro sibehê agir bi daristana girava Imraliyê YA li deryaya Mermerayê, girava ku Rêber Ocalan lê girtiye, ketiye.

Ji ber wê bi hezaran şêniyên kantona Kobanê herikîn Qada Jina Azad ji bo ku binpêkirinên dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Imraliyê de şermezar bikin. Her wiha bang li dewleta Tirk kirin ku çaranûsa Rêber Abdullah Ocalan piştî şewta li nêzî girtîgehê eşkere bike.

Bi hezaran şênî, endamên saziyên sivîl û endamên partiyên siyasî yên herêmê ji Qada Jina Azad ber bi Qada Egîd ve meşiyan. Şêniyan pankartên bi nivîsên Bê serok jiyan nabe, divê bi lez raporek girêdayî rewşa Serok Apo bê pêşkêşkirin hildan û sloganên banga azadiya Ocalan û bidawîkirina tecrîdê berz kirin.

Meş li qada Egîd rawestî û veguherî mitîngê. Mitîng bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê Bozan Xelîl hevserokê Desteya Hundirîn a herêma Firatê axivî û got: “Bûyera li Imraliyê rû daye, dewleta Tirk bi zanabûn kiriye. Bi rêya hedefgirtina Serok armanc dike ku projeya neteweya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Srûiyê bibin bixe.”  Xelîl bang li rêxisitnên hiqûqî û civaka navneteweyî kir ku rewşa Rêber Ocalan eşkere bikin û got: “Heya rewşa Serok eşkere nebe em rehet nasekinin.”

Parêzerên Rêber Ocalan bang li dozgeriyê kirin ku serdana miwekilê xwe bikin da ku rewşa tenduristiya wî nas bikin. Lê dewleta Tirk guh neda daxwazên wan. Hevdîtina dawîn di 7`ê Tebaxa 2019`an de di navbera parêzer û Rêber Abdullah Ocalan de pêk hat.

Mesa Kobanê bi berzkirina sloganên banga azadiya Rêber Ocalan û rakirina tecrîdê bi dawî bû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din