Şêniyên Kobanê li dijî dagirkeriyê banga yekitiyê kirin

Şêniyên bajarê Kobanê êrîşên dewleta Tirk ên ser Başûrê Kurdistanê û bêdengiya navnetewî ya li hemberî van êrîşan, şermezar kirin û banga yekrêziyê li hêzên kurdî kirin.

Şêniyên bajarê Kobanê nerazîbûna xwe nîşanî êrîşên Tirkiyê ser Başûrê Kurdistanê dan û îşaret bi girîngiya ku hikumeta Başûrê Kurdistanê li pêşiya êrîşan bisekine û nehêle Tirkiyê serdestiya xaka Kurdistanê binpê bike.

Şêniyê bi navê  Henan Hesen ê ji bajarê Kobanê da zanîn ku di êrîşên Tirkiyê de sivîlên Kurd şehîd bûn.

Henan bang li gelê Kurd kir ku li pêşiya binpêkirinên Tirkiyê û siyaseta kuştin û koçberkirinê ku hikumeta Tirk der heqê kurdan de dike, bisekine.

Her wiha şêniyê bi navê Fîras Qasimlo jî diyar kir ku êrîşên dagirkeriya Tirkiyê ser xaka Başûrê Kurdistanê binpêkirina mafên mirovan e, ji ber gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Balafirên dewleta Tirk a dagirker di 27`ê Hezîranê de li gundê Kortekê yê Qendîlê yê Başûrê Kurdistanê wesayîteka sivîlan kirin hedef, di encamê de 4 sivîl şehîd bûn û 5 jî birîndar bûn. Dewleta Tirk a dagirker rojane êrîşî jîngehên sivîlan ên Başûrê Kurdistanê dike. Lê heta niha ji aliyê hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê û raya giştî ya cîhanê tu helwest nehatin dayîn.

Fîras wiha got: "Dewleta Tirk terorîstên Cebhet El-Nursra û yên din li Idlibê himbêz dike û wan ji bo berjewendiyên xwe wan bi kar tînin. Her wiha bi hinceta şerê terorê destwerdana dewletên cîran dike û bombebaran dike."

Di dawiya axaftina xwe de Fîras wiha got: "Tirkiyê ne tenê li Başûrê Kurdistanê mafên mirovan binpê dike, di hundirê Tirkiyê û Efrînê de jî wiha dike, me tu helwest û tevger ji rêxistinên mafên mirovan nedît."

Şêniyê bi navê Mehmûd Hemî Zekeriya jî ji hikumeta herêma Kurdistanê xwest ku li herêmên bombebaran û binpêkirina xaka Kurdistanê, li pêşiya Tirkiyê bisekine.

Zekeriya wiha got: "Dewleta Tirk li herêmên ku Kurd lê hene binpêkirinan dike, divê partiyên Kurd bibin yek û li pêşiya binpêkirinên der heqê mafên kurdan de bisekinin."

(jo)

ANHA


Mijarên Din