Şêniyên Kobanê li dijî gefan bi israr in

Şêniyên kantona Kobanê çalakiyên mertalên zindî di roja duyemîn de li rojhilatê gundê Qeremox ê li nêzî sînorê Sûriye-Tirkiyê berdewam dikin. Çalakiyê piştî 30 rojan careke din dest pê kiribû.

Li dijî gefên dewleta Tirk ên li ser Rojhilatê Firatê, şêniyên kantona Kobanê konên çalakiyên mertalên zindî li çend gundên nêzî sînorê Tirkiyê vegirtin.

Ji destpêka sala 2010`an ve anku destpêka aloziya Sûriyê, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên din ên li Sûriyê, di rewşeke bêewlehî û aramî de ne, nexasim piştî QSD`ê bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî ev herêm ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe beşdarî çalakiyên li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê dibin, rojane welatî li dijî gefên Tirkiyê mertalên zindî çêdikin.

Di roja duyemîn a çalakiya li gundê Qeremox de, li ser navê dayikên Kobanê Sûad Aldemir axivî û gefên Tirkiyê yên hewldana têkbirina ewlehî û aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Sûad îşaret bi têkçûna Tirkiyê di hewldana tunekirina vîna gelê herêmê de kir û got Tirkiyê bi rêya şandina çeteyên DAIŞ`ê hewl dida vîna gel bişikîne û îro jî bi maskekî nû destwerdanê dike.

Çalakgeran sloganên "Na ji dagirkeriya Tirkiyê li kantona Efrînê, gefên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re" berz kirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din