Şêniyên Kobanê meha Remezanê li gel buhabûna sûkan pêşwazî dikin

Şêniyên Kantona Kobanê yekemîna roja Remezanê bi hêviya ku sala xêr û hezkirinê be pêşwazî dikin. Lê buhabûba kelûpelan ji şêniyan re pirsgirêk e.

Mîna her sal cîhana islamî û şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meha remezanê bi hêviya ku meha xêr, hezkirin û wesîleya belavkirina aşitiyê be pêşwazî dikin.

Beriya destpêkirina roja yekemîn a meha remezanê, sûkên herêmê qerebeliq bûne û bi cureyên xwarin, şêranî û vexwarinên meha remezanê hatine xemilandin.

Mîna bajarên cîhana islamî, bajarê Kobanê meha remezanê pêşwaz dike. lê buhabûna kelûpelan di nav sûkan de ji şêniyan re dibe pirsgirêk.

Şêniyê bi navê Mihemed Elî destnîşan kir ku divê xwediyên dikanan bi wijdan kar bikin û buhaya madeyan bi dolarê ve girê nedin.

Elî bal kişand ser ku divê firoşkar bala xwe bidin berîka xizanan ên ku nikarin pêdiviyên xwe yên rojane peyda bikin û bang li wan kir ku barên wan di vê meha pîroz de sivîk bikin.

Hindek bazirgan û xwediyê dikanan, dibînin ku bilindbûna nixra lîreya Sûriyê li hember dolara Amerîkî dibe sedema paşdeçûna aboriya Sûriyê û nirxa madeyan li sûkan buha dike. lê şênî dibêjin ku bazirgan wê rewşê bi kar tînin da ku nirxan duqat bikin.

Xwediyê dikana firotina sebzeyan Xelîl Mihemed dibêje ji ber lêçûna veguhestina kelûpelan û  baçeyên gumrikê nirxa madeyan buha dibe, ne ku bilindbûna lîreya Sûriyê li hember dolarê. Mihemed tekez kir ku ew hewl didin barên şêniyan sivik bikin.

Her wiha di encama dorpêçkirina herêmê de û siyasetên dijberî herêmê, nirxa kelûpelan di nav sûkê de buha dibin.

Şêniya bi navê Emîne Hisên tekez kir ku ew ji ber buhabûna nirxa kelûpelan di nav sûkan de bi gilî û gazinc in û wiha domand: "Ji ber rewşa me ya dijwar em nikarin pêdiviyên xwe yên rojane peyda bikin. Em bang li xwediyên dikanan dikin ku madeyan bi buhayên guncew bifroşin."

Ebdulqadir Xelîl xwediyê dikanekî soz da ku ew ê nirxa kelûpelan li gorî rewşa şêniyan a dijwar kêm bikin.

Ji aliyê xwe ve hevserokê Komîteya Zemhêrê yê Kantona Kobanê Ehmed Daban tekez kir ku ew dê dewriyên xwe ji bo kontrolkirina sûkan bi destpêka meha remezanê re zêde bikin û  ew dê barê şêniyan sivik bikin.

Daban bal kişand ser ku lêçûna anîna kelûpelan ji derve, veguhestina wê ji riyên dûr dibin sedema buhabûna madeyan.

(şx)

ANHA


Mijarên Din