Şêniyên Kobanê mûm li ser gorên şehîdên komkujiya 25`ê Hezîranê vêxistin

Bi sedan şêniyên Kobanê şehîdên komkujiya 25`ê Hezîranê bi bîr anîn û mûm li ser gorên wan pêxistin.

Bi boneya salvegera 4`emîn a komkujiya 25`ê Hezîranê, bi sedan şêniyên Kobanê û gundên girêdayî wê serdana goristanên şehîdan a bajarê Kobanê û gundê Berx Betanê kirin. Şêniyan 242 şehîdên komkujiyê bibîr anîn.

Şêniyan mûm li ser gorên şehîdan vêxistin. Her wiha malbatên şehîdan jî wêneyên şehîdên ku di komkujiyê de şehîd bûne hildan û gul danîn ser gorên wan.

Girêdayî mijarê cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Kobanê Ferhan Kobanê axivî û berxwedana şênî û şervanan a li dijî terorê silav kir.

Meclisa Malbatên şehîdan a kantonê belgefîlmek girêdayî komkujiyê bi tevlibûna bi sedan şêniyan li goristanê, pêşenda. Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(şx)


Mijarên Din