Şêniyên Kobanê piştgiriya xwe ji girtiyên siyasî yên HDP’ê re nîşan da

Şêniyên Kobanê piştgiriya xwe ji girtiyên siyasî yên endamên HDP’ê re nîşan da ku rejîma AKP-MHP`ê bi hinceta piştgiriya berxwedana Kobanê, ew binçav kirin.

Piştî 6 salan ji beşdariya hin kesayetên siyasî yên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê ji xwepêşandana protestokirina êrişên çeteyên DAIŞ`ê li ser Kobanê, desthilata Tirk dest bi pêngava girtina van kesayetan kir.

Şêniyên Kobanê piştgiriya xwe ji girtiyên siyasî re nîşan da û helwesta xwe der barê girtina dewleta Tirk ji Kurdên li Tirkiyê diyar kir.

Welatiyê bi navê Xelîl Osman têkildarî vê yekê got: "Armanca dewleta Tirk qirkirina gelê Kurd e û kiryarên ku îro li Tirkiriyê rû didin, diyar dibe ku siyaseta Tirkiyê ya li hemberî gelê Kurd qet neguhariye."

Xelîl Osman wiha axaftina xwe dewam kir: "Kiryarên dewleta Tirk pêk tîne, dijberî qanûnên navneteweyî ne, li dewletên cîhanê rojane bi dehan xwepêşandan çêdibin û tu bertekên wekî şêwazê ku ewlekariya dewleta Tirk bi kar tîne dernakevin holê, lê dewleta Tirk piştî 6 salan ji beşdariya hin kesayetan ji xwepêşandanên şermezarkirina êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî Kobanê girtin."

Welatiyê bi navê Midrab Besrawî jî axivî û got: "Kiryarên ku dewleta Tirk pê radibe, şaş in. Kesên piştgiriya xwe ji biryarên xwe  yên Kurd ên li Kobanê nîşan dan girt, tevî ku ji mafên wan e ku bi birayên xwe re alîkar bin, ji ber vê em ji Kobanê piştgiriya xwe ji girtiyên Kurd ên di girtîgehên Tirkiye de ne nîşan didin."

Midrab Besrawî wiha axaftina xwe dewam kir: "Beriya 6 salan ji bo ku çeteyên DAIŞ`ê gelê Kurd qir neke û dengê xwe bigihînin Kurdên li cîhanê, gelê Kurd daket qadan, ne ku li dijî hikumeta Tirkiyê derketine û ew hatine girtin." 

Welatiyê bi navê Dîno Mihemed jî axivî û aciziya xwe der barê sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd de diyar kir û wiha pê de çû: "Divê her kes tev bigere û sînorekî ji sûcên desthilata Tirk re yên wekî girtina bi darê zorê deyne. Ma dewleta Tirk çi ji gelê Kurd dixwaze ku wan qir dike?"

Welatiyê bi navê Fadil Avdo jî axivî û diyar kir ku îro û  piştî 6 salan ewlekariya Tirkiye danezanên kevn vedike û dest bi girtinan dike, armanca vê yekê jî ew ku dawî li Kurdên ku piştgiriya birayên xwe yên Kurd bike bîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Dozgeriya Giştî ya li paytexta Tirkiye Enqereyê ji bo hin kes tev li xwepêşandana di navbera 5 û 9`ê Cotmeha 2014`an ji bo şermezarkirina êrişên çeteyên DAIŞ`ê li dijî Kobanê li dar ket, biryara girtinê ji bo 82 kesan derxist.

(eh)

ANHA


Mijarên Din