Şêniyên Kobanê rewşa tenduristiyê rexne kir

Şêniyên bajarê Kobanê bilindbûna buhayên derman û tedawiyê, cudahiya buhayan a li nexweşxane, kilînk û dermanxaneyan rexne kirin.

Li bajarê Kobanê rewşa tenduristiyê ne baş e. Şênî bilindbûna buhayên venêrîn û dermanan rexne dikin.

Li Kobanê 4 nexweşxane hene; 3 heb bê pere pêşwaziya nexweşxan dikin. Nexweşxaneyên li Kobanê ev in; Miştenûr a Zarokan, Îkor a Welidandinê, Nexweşxaneya Giştî ya Kobanê. Ev nexweşxane mehane derdora 7 hezar û 500 nexweşan pêşwaz dikin. Her wiha Nexweşxaneya Emel a taybet heye.

Şêniyê bi navê Behrî Berkel got: "Şevekê ez çûm nexweşxaneyekê, lê min eleqedarî nedît, min derziya êşbir xwest lê bi dengekî xurt bersiv dan. Nirxên venêrîna tibî ne wekî hev in. Bijîşkê 6 hezar lîreyên Sûriyê distîne, lê hinek hene kêmtir distînin."

Şêniyê bi navê Ednan Mihemed jî diyar kir ku ku xizmeta tenduristiyê li bajar ne xirab e û wiha axivî: "Lê pêwîstî bi amûrên pêşketîtir heye. Beriya çend rojan ez şandim Qamişloyê ji ber amûrên nûjen li vir tune ne."

Girêdayî heman mijarê şêniyê bi navê Îsmaîl Hemze ev tişt anî ziman: "Cudahiyeke mezin di navbera buhayên venêrînê û dermanan de heye. Li dermanxaneyan buhayê dermanan ne yek in. Hin bijîşk hene buhayekî gelekî bilind distînin."

Ehmed Hec Kendo jî diyar kir ku ew her tim dermanê tansiyonê bi kar tîne û got: "Berê min bi 900 lîreyên Sûriyê derman dikirî, niha çûm dermanxaneyekê 5 hezar û 400 lîre xwest. Ez çûm yeka din 2 hezar û 200 lîre xwest. Min giliyek pêşkêşî Desteya Tenduristiyê kir, lê rewş nehat guhertin. Divê alîkarî ji welatiyan re were kirin, ji ber ku rewşa aborî gelekî xirab e."

Der barê sedema cudabûna nirxê derman li dermanxaneyan de, endamê rêveber ê Odeya Dermanxaneyan a Kobanê Mihyedîn Ehmed axivî û got: “Sedema vê deriyên ku derman tê re derbas dibin û depoyên dermanxaneyan girtî ne. Li Kobanê depoyeke navendî ya dermanan tune ye, her dermanxaneyek derman ji herêmekê peyda dike. Depoyên li Reqayê ji yên li Tebqa û Minbicê cuda ne."

Li gorî agahiyên ku ANHA'yê ji Desteya Tenduristiyê girtine, buhayê vênerînê dê were diyarkirin, hefteya borî li ser vê mijarê civînek hate lidarxistin û nirxê dermanan tê lêkolînkirin.

Her wiha Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê bang li şêniyan kir ku giliyên xwe pêşkêşî  Sindoqên Giliyan an jî Desteya Tenduristiyê bikin.

ANHA


Mijarên Din