Şêniyên Kobanê: Êrişên li ser Heftenînê ji bo qirkirina Kurdan in

Şêniyên bajarê Kobanê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Heftanînê şermezar kirin ku gotin: “Ev êriş ji bo qirkirina Kurdan in.”.

Dewleta Tirk a dagirker a ku serdestiya xaka Iraqê binpê dike, êrişên xwe yên li ser başûrê Kurdistanê zêde dike. Di êrişan de gund û sivîlan dike hedef. Li aliyekî din jî baregehên leşkerî ava dike, sivîlan koçber dike û bax û baxçeyan dişewitîne.

Şêniyên Kobanê diyar kirin ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Heftanînê ku di 15'ê Hezîranê de destpê kirine, qirkirina Kurdan dikin hedef.

Helîma Osman êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser başûrê Kurdistanê şermezar kir û got: “Êriş hebûna Kurdan dikin hedef. Divê hikumeta herêma başûrê Kurdistanê li hemberî van sûcên dermirovî erka xwe bicih bîne.”

Hesen Qetaş jî diyar kir ku êriş ne tenê Heftanînê, hebûna tevahî Kurdan dike hedef.

Qetaş got: “Tirkiye planên xwe yên mêtîngeriyê bi cih tîne, da ku li ser hesabê gelê herêmê dewleta Osmanî zindî bike û qanûnên navdewletî yên têkildarî mafên mirovan binpê dike.”

Hesen Qetaş  di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir ku li hemberî êrişan nêrîn û helwesta xwe bikin yek, da ku azad bijîn.

Şêniyê bi navê Elî Îsa jî êrişên Tirkiyê yên li ser herêmên başûrê Kurdistanê şermezar kir û wiha got: “Bêdengiya hikumeta herêma başûrê Kurdistanê tê wateya piştevahiya bi dewleta Tirk re, ji bo serweriya xwe li ser herêmê ferz bike."

Îsa diyar ku ew ê li ser xeta neteweya demokratîk bimeşin, ev êriş îsrara wan a ji bo domandina berxwedana li hemberî dewleta Tirk a dagirker zêde dike.

ANHA


Mijarên Din