Şêniyên Kobanê salvegera 6'emîn a rizgarkirina bajarê xwe pîroz dikin

Şêniyên kantona Kobanê bi şahiyekê salvegera 6'emîn a rizgarikirina bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê pîroz dikin.

Bi boneya salvegera 6'emîn a rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê, beriya çend kêliyan şahiyek li Qada şehîd Egîd a bajarê Kobanê, destpê kir.

Bi sedan şêniyên bajêr tevlî şahiya ku her sal di vê rojê tê lidarxistin, bûn.

Di şahiyê de endam û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser a herêma Firat û Bakur û Rojhiltê Sûriyê, her wiha partiyên siyasî û nûnerên civaka sivîl, amade bûn.

Tê payîn ku şahî bi gelek axaftin û stran heta çend saetan, bidome.

Hêjayî gotinê ku piştî şer 134 rojan dom kir, di 26'ê Çileya 2015'an de Yekîneyên Parastina Gel(YPG) û Yekîneyên Parastina Jin(YPJ) bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê, rizgar kir.

(dx)

ANHA


Mijarên Din