Şêniyên Kobanê şehîdek oxir kirin û nasnameya yek din jî eşkere kirin

Îro şêniyên Kobanê bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD`ê Bêkes ê ku dema li ser erka xwe li bajarê Tebqayê  şehîd bûbû li Goristana Şehîd Dîcle oxir kir û nasnameya şehîdekî din eşkere kir.

Îro bi sedan şêniyên Kobanê cenazeyê şervanê QSD`ê Bêkes Kobanê bi rastnav Murad Mihdîn oxir kir. Her wiha nasnameya şehîd Ristem Cûdî bi rastnav Merwan Hesen ê ku di 2018`an de li navçeya Cindirêsê ya bajarê Efrînê di Berxwedana Serdemê de şehîd bûye hate eşkerekirin.

Bi sedan şêniyên Kobanê tevî desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, endamên saziyên sivîl, şervanên YPG, YPJ û Hêzên Erka Xweparastinê tev li merasîmê bûn.

Li Goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ji hêla şervanên Hêzên Erka Xweparastinê ve destpê kir. Piştre hevserokê Desteya Erka Xweparastinê ya bajarê Kobanê Ismet Şêx Hesen axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Şêx Hesen got: "Bila hemû bizanibin ku dem hatiye da ku em helwestek xurt ji dijminên xwe re nîşan bidin. Êdî bes e ji êrîşên wan û hedefgirtina destkeftiyên Şoreşa Rojava yên ku bi saya fedekariyên şehîdan pêk hatine. Gelê herêmê xwedî vîn e û dikare li hember êrîşan bisekine û xwe biparêze. Lê pêwîstiya me bi yekrêziya refa Kurd heye."

Her wiha hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk a bajarê Kobanê Ebdulrehman Dumer axivî û behsa têkoşîna şehîd Bêkes di berxwedana Kobanê de û girêdana wê bi ax û welêt kir.

Dumer tekez kir ku dewleta Tirk hew dide herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin navê herêma ewle de dagir bike. Ji ber wê mezinkirina asta têkoşînê pêwîst dike.

Piştî bidawîbûna axaftinan wesîqeyên şehadeta her du şehîdan ji hêla Meclisa Malbatên Şehîdan ve hatin xwendin.

Piştre şervanên YPG û YPJ`ê cenazeyê şehîd Bêkes li goristanê veşartin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din