Şêniyên Kobanê sersaxî da malbatên 9 şehîdan

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê sersaxî ji 9 malbatên şehîdan re ku beriya 2 rojan nasnameyên wan li Goristana Şehîd Dîcle a li bajêr hatibûn eşkerekirin, xwest.

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî tev li merasîma sersaxiyê bûn.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a kantona Kobanê Elî Oşan bi navê partiyên siyasî yên kantonê axivî û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armacên wan da.

Oşan bang li her kesî kir ku tev li pêngava "Na ji dagirkeriya Tirk re, erê ji bo parastina destkeftiyên şoreşê" bibin da ku nirxên şehîdan biparêzin.

Paşê endamê rêveber ê Tevgera Civaka Demokraîtk (TEV-DEM) Osman Xelef axivî û bal kişand ser hevgirtin û yekitiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku bi saya xwîna şehîdan çêbûye.

Beriya du rojan anku di 19`ê Îlonê de merasîma eşkerekirina 9 şehîdan li Goristana Şehîd Dîcle ya li bajarê Kobanê hate lidarxistin.

Navên şehîdan wiha ne: Mihemed El-Mewas (Mezlûm Qube) û Elî Hecî (Ebû Cebel) şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ne, Ebdullah Mehmûd (Ebdullah) şervanê Hêzên Erka Xweparastinê ye, Zekeriye Cimo (Agir Kobanê) şervanê YPG`ê, Salih Kobanê şervanê QSD`ê, Cemîl Mihemed (Helmêt Qeneyê) Dozgîn Mihemed (Rojbîn Gulnaz), Medîne Şêxo (Eylem Cûdî), Mihemed Cuma (Rohat Kobanê), Şervan Botan gerîlayê Hêzên Parastina Gel (HPG).

(şx)

ANHA


Mijarên Din