Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên 4 şehîdan re xwest

Şêniyên bajarê Kobanê sersaxî ji malbatên 4 şervanên QSD`ê re yên ku di Berxwedana Rûmetê de li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şehîd bûne, xwest.

Konê sersaxiyê li Goristana Şehîdan a Şehîd Dîjle hat vedan û bi sedan şêniyên Kobanê û endamên saziyan beşdarî merasîmê bûn. Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre gelek axaftin hatin kirin.

Endama Kongreya Star Leyle Omer sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha axivî: "Wan şehîdan her tiştê xwe di oxira jiyaneke azad û aram de feda kir. Divê em destkeftiyên wan biparêzin û li ser şopa wan bin."

Li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk li navçeya Şêranê jî endamê rêveberiyê Salih Nûh axivî û got: "Bi saya fedakariyên şehîdan, me ev destkeftiyên li ser erdê bi dest xistin. Herêmên me di bin siya projeya neteweya demokratîk de, di rewşeke aram û ewle de bûn. Lê belê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê niha hewl didin ku van destkeftiyan têk bibin, divê em rê nedin wan."

Mersîma sersaxiyê heta saetên piştî nîvro bi beşdarbûneke berfireh ji aliyê şênî û endamên rêveberî û saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî û civaka sivîl berdewam kir.

Navên şehîdên ku merasîma sersaxiyê ji bo wan hatiye lidarxistin û roja duşemê li Goristana Şehîd Dîjle hatibûn oxirkirin, wiha ne: Ehmed Oso (Berxwedan Qomlix), Ebdallah Qadir (Birûsk Kobanê), Merwan Tirkî û Zehîde (Agir Amed).

Her çar şervanên QSD`ê di dem û cihên cuda de di Berxwedana Rûmetê de li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de, şehîd bûbûn.

ANHA


Mijarên Din