Şêniyên Kobanê sersaxiya da malbata şehîd Diyar Xelîl

Şêniyên kantona Kobanê sersaxiya da malbata şehîdê YPG’ê Diyar Xelîl ku bi sedema birînên berê şehîd bûbû.

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê sersaxiya da malbata şehîd Diyar Xelîl li gundê wî Boraz ê rojavayê bajarê Kobanê ku lê konê sersaxiyê hatiye vedan.

Di merasîmê de endam û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk, TEV-DEM û Saziyên Civaka Sivîl beşdar bûn.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir û dûre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Arif Balê axivî û sersaxiya da malbat şehîd Diyar Xelîl.

Balî tekez kir ku şehîd Diyar û ji bilî wî şehîdên ku canê xwe ji bo gelê herêmê bi ewle û aram bijîn, daye û bal kişand ser ku şehîd Diyar fena şehîdên dîtir ên azadiyê bû sembolek ji sembolên berxwedanê.

Di dawiya axaftina xwe de Balî soza şopandina rêça şehîdan heta pêkanîna armancên ku ji bo şehîd bûne, da.

Merasîm bi dirûşmên silavkirina şehîdan bi dawî bû.

Şehîda Diyar Xelîl, duh bi merasîmeke li Goristana Şehîd Dîcle bi beşdarbûna şêniyan hatibû oxirkirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din