Şêniyên Kobanê şewitandina zeviyên çandiyê ji aliyê Tirkiyê ve şermezar kir

Şêniyên Kobanê êrîşên dewleta Tirk ên ku duh li ser gundê Qiran ê rojavayî bajarê Kobanê şermezar kirin ku di encamê de 9 donim zeviyên çandiniyê şewitîn.

Leşkerên artêşa dagirker a Tirk ên li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de bi cih bûne, ji nuqteyên xwe yên nêzî gundê Eşma gule li ser zeviyên girêdayî gundê Qiran reşandin ku 20 km li rojavayê bajarê Kobanê ye. Di encamê de agir bi zeviyan ket û 9 donim zeviyên genim şewîtin.

Dewleta Tirk a dagirker rojane êrîşan li ser herêmên Rojavayê kurdistanê dike û bi taybet dema ku sivîl derbasî nava axên xwe yên li ser sînor dibin û dest bi çandiniyê dikin, wan hedef digirin. Herî dawî jî beriya çend rojan dewleta Tirk êrîşî gundê Sûsikê yê girêdayî Girê Spî kir û di encamê de sivîlek birîndar bû.

Di sala 2017`an de dewleta Tirk dîwar di navbera axa Sûriyê û Tirkiyê de lê kir û herî dawî bi armanca parçekirina Efrînê ji axa Sûriyê dîwar lê kir. Tevî vê yekê jî dema ku sivîl di nav axên xwe de kar dikin, êrîşî wan dike.

Der barê mijarê de şêniyê bi navê Mistefa Ebdî axivî û got: "Dewleta Tirk her tim dixwaze bi navê îslamê êrîşên li ser gelê Kurd pêk bînê, lê belê heke bi rastî îslam be di meha Remezanê de agir bi zeviyên cotkaran naxe. Em bang li hemû cîhanê dikin ku sînorekî ji zilma  Erdogan re deynin, ji ber ku ew ne tenê mirovan qetil dike, lawiran û zeviyan jî qetil dike."

Her wiha şêniya bi navê Xedîca Mihêdîn êrîşên dewleta Tirk ên li ser zeviyên çandiniyê yên cotkaran şermezar kir û got: “Dewleta Tirk a dagirker ji Kurdan çi dixwaze, her tim êrîş û gefên xwe li ser me dike? Niha jî piştî ku cotkaran çandiniya xwe kir, êrîşî wan kir û agir bi axê wan xist. Dewleta Tirk her tim zarok, kal û pîr dikoje û komkujiyan pêk tîne lê çavê xwe têr nebû, êdî çandiniya me jî dişewitîne."

Li aliyeke din jî şêniyê bi navê Osman Silêman got: "Dewleta Tirk ma ji me çi dixwaze? Her tim êrîşî me dike, ev bû salek em xizmetî çandiniyê xwe dikin lê dewleta Tirk genimê me şewitand, em ê her tim li hember Tirkiyê bisekinin û em nahêlin axa me dagir bike."

(hk-sn)

ANHA


Mijarên Din