Şêniyên ku ji ber lehiyê zirar dîtine vegeriyan malên xwe

Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya girêdayî kantona Qamişo, yên ku ji lehîyan zirar dîtine piştî rawestana baranê vegeriyan malên xwe. Şêniyên vegeriyan malên xwe sererast dikin.

Ji ber rewşa hawayê ya ku di çend hefteyên derbasbûyî de li herêmê serwer bû, baranên dijwar barîn. Di encamê de li piraniya herêman bi taybet geliyên gundewarê navçeya Til Hemîsê lehî rabûn. Ji ber derbasbûna avê di nav malên şêniyan de bi sedan şênî ji malên xwe derketin. Tevî wê jî bi dehan mal hilweşîn.

Şênî neçar man bi awayekî demkî xwe bispêrin navendên ku Komîteya Awarte ya navçeya Til Hemîsê diyar kirine. Piştî kêmbûbna rêjeya avê li geliyan, şênî vegerîn malên xwe û dest bi sererastkirina malên xwe kirin.

Gundê Wawiyê yek ji gundên gundewarê Til Hemîsê yê ku zirar ji ber lehiyan dîtiye. Şênî ji gund derketin û xwe spartin dibistanên navçeya Til Hemîsê û dibistanên Ukaz. Şênî heya kêmbûna rêjeya ava geliyan li dibistanan man, lê piştî wê vegerîn gundên xwe û dest bi restorekirina avahiyên xwe kirin.

Şêniya bi navê Neşwa El-Fadil ji şêniyên gundê Wawiyê ye got: "Tevahiya endamên malbata min ji gund derketin, tenê ez li gel sewalan li mal mam. Min wan ji cihekî dibir cihekî din. 8 şevan bi tirsa ku dê mal li ser serê me hilweşin em man."

Neşwa destnîşan kir ku şênî vedigerin malên xwe û sererast dikin.

Şêniyên gundê Wawiyê bang li Şartedariya Gel kir ku tireksekî ji wan re bişînin da ku enqazên malên ku ji ber avên geliya El-Cerahî hilweşîne rakin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din