Şêniyên Mebrûkayê daxwaza çareserkirina pirsgirêka nan dikin

Şêniyên bajarokê Mebrûka yê herêma Serêkaniyê daxwaz ji aliyên pêwendîdar kir ku pirsgirêka kêmbûna nan çareser bikin. Hevserokê şaredariyê jî soz da ku dê pirsgirêk were çareserkirin.

Li bajarokê Mebrûka yê herêma Serêkaniyê ya kantona Hesekê pirsgirêka kêmbûna nan heye. Firneya bajarok hefteyê du caran lê dixe û berhemên ku derdixe jî kêm e, têra şêniyan nake. Ev yek jî bûye cihê gilî û gazincên şêniyan ku neçar dimînin nanê buha ku her tûrikek bi 250 lîreyên Sûriyê bikirin.

Şêniyên bajarokê bi rêya ajansa me ANHA’yê bang li aliyên pêwendîdar kir ku ard ji wan re peyda bikin, bi taybet ji bo malbatên xizan.

Şêniyê bi navê Mistefa Sîno yê ji bajarokê Mebrûka, da zanîn ku firneya bajarok di hefteyê de tenê 2 rojan dixebite, berhema ku derdixe têra pêwîstiyên şêniyan nake, ji ber vê yekê neçar dimînin ku nan ji firneyên siyahî bikirin ku her tûrikek bi 250 lîreyan e.

Sîno bang li aliyên pêwendîdar kir ku bi lez vê pirsgirêkê çareser bikin û ard peyda bikin. Sîno anî ziman ku nexebitandina firneyan ji bo malbatên xizan krîz e.

Her wiha şêniyê bi navê Ehmed El-Asî destnîşan kir ku ji ber rawestandina firneya bajarok, zehmetiyên şêniyan bêhtir dibin, nemaze malbatên xizan, ji ber nan bi nirxekî buha ji firneyên siyahî dikirin.

Hevserokê Şaredariya Gel a bajarokê Mebrûka Mehmûd Oso ji ANHA`yê re axivî û diyar kir ku miqdarê ardê ji bo firneya bajarok hatiye veqetandin, ne li gorî hejmara şêniyan e.

Oso wiha got: "Li bajarok derdora 14 hezar heta 15 hezar kes hene, firne rojane tonek û 450 hezar kîlo ard digirt û hin jê ji miqdarê ardê yedek ji firneya alî re tê şandin, ev jî têra pêwîstiya hemû herêmê nake."

Her wiha Oso der barê sedema rawestandina firneyê de axivî û diyar kir ku miqdê ardê yedek ê firneyê bi dawî bûye û tkez kir ku ew wek Rêveberiya Şaredariya Gel a bajarokê Mebrûka dê bi hemû keda xwe hewl bidin alîkariya şêniyan bikin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din