Şêniyên Mensûrayê: Em amade ne parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin

Şêniyên bajarokê Mensûra yê rojhilatê Tebqayê nerazîbûna xwe li dijî hebûna Tirkiyê li Sûriyê anî ziman û tekez kir ku wekî çawa li pêşiya DAIŞ`ê sekinîn û têk birin, ew ji bo parastina xaka xwe jî amade ne.

Şêniyên bajarokê El-Mensûra yê li gundewarên rojhilatê herêma Tebqayê daxuyaniyeke şermezarkirina hewldanên Tirkiyê yên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da.

Şêniyan di daxuyaniyê de destnîşan kir ku şêniyên herêmê wekî çawa li kêleka QSD`ê şerê DAIŞ`ê kir, ew îro amade ne parastina her bihosteke xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin û wiha dewam kir: "Îro em amade ne li kêleka QSD`ê parastina xak û çanda xwe bikin, bihostekî ji xaka xwe bernadin, herêmên me nabin rêya xeyalên Erdogan ji bo avakirina Osmaniyên nû eger çi bibe."

Her wiha di daxuyaniyê de îşaret bi têgeha "herêma ewle" hate kirin û hate diyarkirin ku ew projeyeke dagirkirinê û dubarekirina senaryoya Efrîn, Bab, Cerablus û Ezazê ye û got: "Em helwesta xwe li dijî gefên Tirkiyê yên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê dubare dikin. Ev xak a xelkê wê ye û yê hemû eşîrên Ereb û pêkhateyên li vê xakê dijîn û parastina wê dikin. Tu mafê Tirkiyê yê ketina xaka me tune ye û em ê li pêşiya kesên xaka me dagir bikin, bisekinin."

Di dawiya daxuyaniyê de şêniyan diyar kir ku hemû aliyên parastina îstiqrar û çareseriya demokrasiyê li Sûriyê dikin, divê helwesteke zelal diyar bikin û divê kar bê kirin da ku helwestên berpirs derkevin û nehêlin dewleta Tirk planên xwe pêk bîne.

(jo)

ANHA

 


Mijarên Din