Şêniyên Minbicê: Em li bajarê xwe di nava aramiyê de ne

Şêniyên bajarê Minbicê di atmosfereke aram de dijîn, şênî jiyaneke normal wekî her roj berdewam dikin û îdiayên ragihandina dijber ku dibêjin bajar di rewşeke tevlihev û tirseke mezin de dijîn, derewandin.

SELWA EBDULREHMAN – ŞÎLAN MIHEMED / MINBIC

Hin dezgehên ragihandinê yên dijber der barê rewşa li Minbicê nûçeyên terzî rewşa heyî belav dikin, nemaze piştî gefên Tirkiyê yên operasyonên leşkerî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Lê rewşa heyî van îdiayan derew derdixin.

Welatiyên Minbicê li ser mijarê nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin û teqez kir ku rewşa li Minbicê ewle ye û bazar bi niştecihan qerebalix e.

Mihemed El-Mihemed destnîşan kir ku îdiayên dibêjin Minbic di rewşeke tevlihev û tirsê de dijî, ne rast in û wiha got: “Em li Minbicê bi ewle dijîn.”

Mihemed teqez kir ku aramiya li Minbicê bi saya fedakariya şehîdan e, ji ber vê divê tevahî şênî vê aramiyê biparêzin. Mihemed xwest sala nû bibe sala belavkirina aştî û hezkirinê di navbera gelan herêmê de. Mihemed her wiha destnîşan kir ku şênî ji gefan natirsin, ji ber zarokên xwe fedayî vî welatî kirin û amade ne hîn bidin heta tevahî herêmên Sûriyê ji terorê rizgar bibin. Mihemed di dawiya axaftina xwe wiha lê zêde kir: “Em ê bajarê xwe biparêzin û li hember êrîşan li ber xwe bidin.”

Ji aliyê xwe ve Ehmed El-Berho anî ziman ku rewşa Minbicê aram e û wiha got: "Îdiayên malperên ragihandinê yên dijber ji rastiyê dûr in, şênî jiyana xwe ya asayî didomînin û pêwîstiyên xwe yên rojane ji sûkan dikirin."

El-Berho li ser gefên Tirkiyê axivî û wiha got: "Dewleta Tirk dewleteke dagirker e, dixwaze serdema Osmaniyan vegerîne, em nahêlin ev hikum li Sûriyê dubare bibe."

Girêdayî mijarê Safî Mihemed jî wiha axivî: “Em di nav ewlehiyê de dijîn û em nahêlin tu kes aramiya li herêma me têk bibe.”

(dh)

ANHA


Mijarên Din