Şêniyên Minbicê şehîdên14‘ê Tîrmehê bi bîranîn û dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Bi pêşengtiya ciwanên şoreşger bi sedan şêniyên Minbicê li dijî dagirkeriya Tirk meşiyan.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Minbicê û Meclisa Jinên Ciwan bi dirûşmeya "Li dijî dagirkeriya Tirk li xaka Sûriyê, Iraq, Kurdistan, Lîbaya û Misirê serî hildin " meşeke girêseyî li dar xistin.

Meşa bi sedan kes tevlê bibûn ji pêşiya Şirketa Sadkopê destpê kir û li kolanên sereke yên bajêr geriya. Di meşê de alên ciwanên şoreşger û Meclisa Jinên Ciwan hatibûn hildan û dirûşmên "Bijî serok Apo û bimere Erdogan" hatin berzkirin.

Meş li stada Beledî ya li ser rêya Helebê rawestiya. Li vir bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Minbicê Hecî Mustefa daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "

Li gel tevgerên şoreşgerî û cîhanî li tevahiya cîhanê bi taybet Rojhilata Navîn û di dema raperîna şoreşgerên neteweyî de, teror xwe bi rûyekî nexweşik û bi şêwazek nû piştî tunekirina DAIŞ`ê li herêmê nîşan dide. Serokê terorê yê rastîn Erdogan ê faşîst li ber çavên cîhanê diranên xwe eşkere dike. Êrîşên Tirkiyê yên domdar li dijî bakurê Iraqê bi giştî, Xakurkê û Qendîlê jêdera şoreşgeran bi taybet, li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet Cerablus, Efrîn û heta Idlibê êdî eşkere bûne. Tirkiyê bi wê tenê nekir lê niha êrîş dibe ser şoreşgerên neteweyî li çiyayan, desteka tundrewiyê li Lîbya û Misrê dike. Eger bi hinceta parastina ewlehiya sînorên xwe êrîşî Iraq û Sûriyê kir, gelo derewiya xwe ya nû li Misir û Lîbyayê çi ye? Ew hewl dide ji nû ve xîlafeta terorê li wir ava bike.

Bi wesîleya Berxwedana 14‘ê Tîrmehê em şehîd Elî Çîçek xwediyê giyan û sembola ciwanên şoreşger, şehîd Kemal Pîr ê ji pêkhateyê Lazî, şehîd Mihemed Xeyrî Durmuş û şehîd Akif Yelmaz ên zulma li ser gelan red kirin bi rêzdarî bi bîr tînin. Van şehîdan di oxira berdewama şoreşa gelan a li hemberî zulmê de giyanê xwe feda kirin.

Di van rojên dîrokî de ciwanên Meclisa Sûriyeya Demokratîk kongreya xwe ya yekemîn li dar xistin. Ev kongrê peyamek ji bo hemû dijminên mirovahiyê bû û mîna ragihandina seferberiya giştî ya li hemberî êrîşên herêmî û cîhanî bi taybet êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser nirxên gelê me. Em vê kongreyê li tevahî ciwanan û gelên herêmê dikin.

Ji bajarê Minbica berxwedrê, bi rihê şehîdên 14‘ê Tîrmehê û fedayetiya şehîd Diyar Xerîb em ji cîhanê re dibêjin em hemû fedayî û têkoşerên şoreşger in, em şopdarên xeta pêşeng û şehîdên xwe ne. ji vir em piştgiriya xwe bi hemû girtiyên azadiyê yên di girtîgehên faşîzmê de diyar dikin û ajantiya PDK‘ê ya ji dewleta Tirk re şermezar dikin. Em ê tola şehîdên azadiyê hilînin. Biratiya gelan dê hemû planên terorê vala derxîne."

Di dawiyê çalakiyê de ciwanan diruşmên "Bimere îxanetî û ajantî, serkeftin bi teqez pare şoreşgeran be."

ANHA


Mijarên Din