Şêniyên Minbicê serdana Goristana Şehîdan kir

Şêniyên bajarê Minbicê piştî nimêja cejnê, serdana Goristana Şehîdan kir û gul danîn ser gorên şehîdan.

Ji saetên berbangê de, gelê Minbicê bi hemû pêkhateyên xwe berê xwe da mizgeftan da ku nimêja cejna Remezanê bikin. Mizgefta El-Fetih a Minbicê ku li ser rêya Helebê dikeve, yek ji mizgeftên mezin e û ji gelek taxan gel berê xwe da wê mizgeftê.

Di xutbeyê de, hate gotin ku ev cejn kêfxweşiya kesên rojîgir e. Her wiha bang hate kirin ku rêgezên ola îslamê ya lêborîn, jiyana bi awayekî aştiyane bi ol û taîfeyên din re, werin pêkanîn. Di dawiya xutbeyê de, hate hêvîkirin ku hemû bajarên Sûriyê di nava ewlehî û îstiqrarê de bin. Piştî nimêjê, gel cejna hev pîroz kir.

Piştî nimêjê, şandeyek ji Rêveberiya Sivîl a Demokratîk tevî malbatên şehîdan berê xwe da Goristana Şehîdan.

Li goristanê, bi navê Meclisa Leşkerî ya Minbicê, fermandar Ebû Elî Necim axivî û behsa destkeftî û têkoşîna gel kir. Her wiha soza şopandiya rêya şehîdan da.

(kc)

ANHA

 


Mijarên Din