Şêniyên navçeya Şedadê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê çi dibêjin?

Şêniyên navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê got şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji ber ku êşa kiryarên çeteyan kişandine û canê xwe di oxira rizgarkirina herêmê de dane, yên herî mafdar in ku çeteyan bidarizînin.

Piştî li hemû bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê QSD`ê çeteyên DAIŞ`ê di milê leşkerî de têk birin, dosyaya darizandina çeteyên li herêmê kiryarên terorîstî pêk anîne, hate vekirin. Şêniyên navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê got der barê darizandina çeteyan de, şêniyên herêmê ji ber êşa kiryarên çeteyan kişandine, yên herî mafdar in ku çeteyan bidarizînin.

Têkildarî mijarê yek ji rêveberên Saziya Malbatên Şehîdan Mihmed El-Tilfah got herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve kiryarên dermirovî dîtine, şênî ji mafên jiyanî bê par kirine û kiryarên terorîstî der heqê wan de pêk anîne.”

Mihemd El-Tifah di dawiya axaftina xwe de got: "Der barê darizandina çeteyan de, ji ber gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê çete têk birin û ji bo pêkanîna serkeftinê şehîd dane, ew ê herî mafdar in ku çeteyan bidarizînin.”

Têkildarî mijarê şêniyê bi navê Elî Hemîd teqez kir ku divê dewletên cîhanê li ser xaka ku çeteyan sûc der heqê şêniyên de pêk anîne, dadgeheke navneteweyî ava bikin.

Hemîd di dawiya axaftina xwe de got: "Em in ên ku li dijî çeteyan şer kirine û heta pêkanîna serkeftinê berdêlên giranbuha dane, lewma divê em çeteyan bidarizînin.”

(eh/kc)

ANHA


Mijarên Din