Şêniyên navçeya Şiyê di dojeha El-Amşat de dijîn

Jiyana li navçeyên kantona Efrînê li gorî koma çeteyan a ku li wê navçeyê ye, ji hev cuda ne. Li gorî çavkaniyên ji herêmên dagirkirî, çete malên şêniyan desteser dikin û mehane bacan lê ferz dikin.

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Efrînê di 18`ê Adara 2018`an de dagir kirin, şêniyên Efrînê yên ku ji kantonê derneketin rastî sûc û binpêkirinên dagirkeran tên.

Zêdebûna asta van sûcan bi nêzîkbûna çeteyan ji istixbarata Tirkiyê ve girêdayî ye. Lê herêmên di bin kontrola çeteyên El-Amşat ên herî zêde ku rastî hovîtiyê tên, in. Bi taybet li navçeya Şiyê.

18 gund (Alkana, Xelîl, Çeqela jorîn, Çeqela jêrîn, Çeqela navîn, Qermîtliq, Şîtka, Tirmîşa, Erenê, Hec Hesna Jorîn, Hec Hesna jêrîn, Remedanê, Hîkiçê, Merwaniyê jorîn, Merwaniyê jêrîn, Anqelê û Senarê) girêdayî navçeya Şiyê ne.

Çeteyên El-Amşat navçeya Şiyê kontrol dikin. Tenê gundên Senarê û Hîkiçê di bin kontrola çeteyên Semerqend  de ne. Ev çete zextê li şêniyên resen dikin da ku wan bidin koçberkirin û çeteyan li şûna wan bicih bikin.

ARMANCA SÛCAN

Çeteyên El-Amşat an jî Tugeya Sultan Silêman Şah ji hêla çeteyê bi navê Mihemed El-Casim Bin Hisên ê ku bi navê Ebû Amşe tê naskirin, di 19`ê Mijdara 2011`an de li rojavayê gundewarê Hemayê bi armanca şerê li dijî hikumeta Sûriyê hate avakirin.

Piraniya endamên vê komê ji bakurê gundewarê Hemayê ne û Mihemed El-Casim ji destpêka avakirina komê ve û heta niha Mihemed El-Casim serkêşiya vê komê dike. Bi xwe di 1985`an de li gundê El-Cusa li bakurê gundewarê Hemayê hatiye dinê û bi eslê xwe  Turkmen e.

Ev kom ji komên nêzî istixbarata Tirkiyê ye. Lewra bi serbestî li dijî Kurdên li Efrînê sûcan dike. Her wiha Tirkiye desteka lojstîk, malî û leşkerî jê re peyda dike.

Çeteyên El-Amşat bi fermana Tirkiyê çeteyan li beramberî 3 hezar dolar dişîne Lîbyayê.

NAVÇEYA ŞIYÊ VEGUHERANDIN NAVENDA BINPÊKIRINAN

Li gorî çavkaniyên ji hundirî navçeyê, çeteyên El-Amşat malên sivîlan ên li navçeyê desteser dikin û dikin milkên xwe. Divê her welatiyek 10 hezar lîreyên Sûriyê wek baç her mehane bidin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku  çeteyan li navçeyê 17 kargehên guvaştina zeytûnê li navçeyê desteser kirine. Heger şênî ji malên xwe derkevin yek ser têne desteserkirin û ji şêniyên ku ji herêmên Sûriyê yên din hatine li bermaberî kirê têne bicihkirin.

Çavkaniyan gotin şêniyên navçeyê neçar dibin nanê xwe li mal bipêjin, ji ber ku nan pir buha ye. Turika nan li navçeyê bi hezar û 500 lîreyên Sûriyê tê frotin. Ev biha di navbera navçeyan de cuda ye.

(şx)

ANHA


Mijarên Din