Şêniyên navçeya Şêrawa…tevî dorpêç û şertên dijwar terka gundên xwe nakin

Şêniyên gundên navçeya Şêrawa ya girêdayî kantona Efrînê ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya domdar û dorpêça ku rejîma Sûriyê ji du salan ve ferz kiriye, şertên dijwar dijîn. Li rexma hemû şertên dijwar şênî terka warê xwe nakin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên xwe û pêkanîna komkujiyan li dijî şêniyên navçeya Şêrawa û koçberên Efrînê yên ku li gundên navçeyê bicih bûne, didomîne.

Artêşa Tirk a dagirker li dijî şêniyên Efrînê li navçeya Şêrawa komkujiyan pêk tîne.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane gundên navçeya Şêrawa topbaran dikin. Ji ber wê şênî neçar dimînin biçin cihên ewle, ji bo ku xwe ji topbaranê biparêzin heya ku topbaran raweste.

Di meha Sibatê de artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî gundên navçeyê zêde kirin. Piştî ku hêzên Rêveberiya Dewleta Sûriyê operasyonek leşkerî li dijî komên çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li gundewarên Heleb û Idlibê da destpêkirin.

Di 2`yê Sibatê de topavêjên artêşa Tirk a dagirker bi awayekî hovane û bêserûber êrişî gundên navçeya Şêrawa kirin. Gundên Aqîbê, Bênê, Dêrcimêl û Soxinekê rastî topbaranek dijrwar hatin. Di encamê de hejmarek sivîl şehîd ketin. Şêniyê bi navê Elî Şabo Menle (65) ji şêniyên gundê Aqîbê şehîd ket. Her wiha zirarên madî gihaştin milkên sivîlan.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker  li dijî gundên navçeya Şêrawa li gel bilindbûna asta şer li parêzgeha Idlibê berdewam kirin.

Di topbarana li dijî gundên navçeya Şêraw di 24`ê Sibatê de jinek bi navê Emûne Umer ji gundê Kalutê şehîd ket û hejmarek din ji şêniyên gund birîndar bûn.

Di 25`ê Sibatê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê komkujiyek din li dijî koçberên Efrînê yên li gundê Aqîbê bi cih bûne pêk anî. Di encama topbarana li dijî gund de sê kes ji malbatekê şehîd bûn, bav Hesen Hec Izet Mihemed, dayîka Fatme Elî û zaroka bi navê Sirûşt Hesen Mihemed, tevî ku hinek efrîniyên din jî birîndar bûn.

Hejmara topên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku di meha Sibatê de li gundên navçeya Şêrawa ketine gihaştin hezar û 300 top.

Ji ber topbaranê zirarên madî mezin gihaştin milkên sivîlan, tevî ku tirs û xof di dilên gundiyan de bi armanca ku ew gund vala bibin û koçberên Efrînê carek din koçber bibin.

Tevî hêrs û nerazîbûna şêniyan, redkirina hebûna artêşa Tirk a dagirker li ser axa Sûriyê û bangawaziyên rawestandina êrişan li dijî jîngehan, artêşa Tirk a dagirker qanûnên navnetewyî binpê kir û kampa koçberan li gundê Ziyaretê li navçeya Şêrawa kir hedef.

Li navçeya Şêrawa du kampên koçberên Efrînê û koçberên herêmên Helebê û bajarên din ên Sûriyê hene, `Veger` li gundê Ziyaret û `Kampa Şehba` li gundê Keştar.

ŞÊNIYÊN 4 GUNDÊN NAVÇEYA ŞÊRAWA YÊN DORPÊÇKIRÎ ÇAWA DIJÎN?

Li navçeya Şêrawa 4 gundên dorpêçkirî hene. Ew gund ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û hêzên rêveberiya dewleta Sûriyê ve hatine dorpêçkirin. Gund ev in; Birc El-Qas, Gundê Mezin, Kalutê û Başemra bi 12 km li aliyê başûr rojhilatê kantona Efrînê.

Ew gund tenê bi 1km ji gundên di din dagirkeriya artêşa Tirk a dagirker de dûr in. Dagirker li gundên Kefer Kibêşîn, Birc Hêder û Fafirtîn yên girêdayî navçeya Şêrawa ji aliyê rojava ve bicih bûne.

Ji aliyê bakurê rojhilat hêzên rêveberiya dewleta Sûriyê wan gundan ber bi bajarokên Nibul û Zehra ve dorpêç dike. Nahêlin sivîl ji gundên xwe derkevin an jî biçin herêmên Şehbayê da ku debara xwe peyda bikin.

Şêniyên gundên dorpêçkirî şertên dijwar û ne ewle dijîn. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Birc El-Qas, Kalutê, Gundê Mezin û Başmra bi awayekî domdar topbaran dikin. Bi hezaran sivîl li wan gundan dimînin tevî bi dehan malbatên koçberên Efrînê.

Şêniyên her çar gundên debara xwe bi çandinî  û xwedîkirina sewalan peyda dikin. Lê ji ber mayînên ku li dora gund hatine çandin, topbarana rojane û guleberandinê sivîl gelek zehmetiyan dikişînin. Ji ber ku nikarin biçin nav zeviyên xwe û sewalan xwedî bikin. Ji ber wê rewaşe ne aram li wan gundan çêdibe.

Beriya ku artêşa Tirk a dagirker çeteyên wê êrişî kantona Efrînê bikin, şênî diçûn kantona Efrînê û berhemên xwe ji mast difrotin. Lê piştî dagirkirina Efrînê, derfetên kar hema bêje tune ne û ji şêniyên wan gundewan re peyda nabin. Heta ku nikarin xwe bigihînin bajarokên Nibul û Zehra ji bo ku berhemên xwe bifroşin.

Têkildarî wan rewşan û dorpêça li ser şêniyên wê herêmê, şêniyê bi navê Hisên Hemadê yê ji gundê Başemra got: "Ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker rewşên me ne baş in û her ku diçin dijwartir dibin."

Hemadê wiha domand: "Em şêniyên gundên dorpêçêkirî, her şev li hev li cihên ewle kom dibin ji bo ku xwe ji topban biparêzin."

Hemadê diyar kir ku ew bi israr in û ruxmî zehmetiyên topbaran û dorpêçê ew ji gundên xwe dernakevin.

Şêniya bi navê Sebah Reşîd got: "Me hemû zehmetî û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî me, tehemul kirin. Em dorpêça rejîma Sûriyê jî tehemul dikin. Tenê ji bo ku em li gundên xwe bimînin. Em qebûl nakin jê derkevin."

Sebah ev tişt destnîşan kir: "Top li gundê me û gundên din dibarin. Rewşa hertim awarte ye. Li ber çavên rêxistinên navneteweyî ew dixwazin me bidin koçberkirin û axa xwe berdin. "

Sebah di dawiyê de got: "Ruxmî dorpêç û topbaranê temen çi dibe bila bibe em dev ji axa xwe bernadin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din