Şêniyên Qamişlo: Bi hilweşandina dîwaran em ê Efrînê rizgar bikin

Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo li dijî dîwarê perçekirinê yê li Efrînê daketin qadan û gotin: “Em ê wan dîwaran hilweşînin.”

Îro bi hezaran ji şêniyên bajarê Qamişlo li çerxereya Şehîdên Enternasyonalîst a taxa Enteriyê kom bûn û li dijî lêkirina dîwarê parçekirinê li Efrînê meşiyan.

Bi hezaran ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen bi çiqilên dara zeytûnê ku bûye sembola Berxwedana Serdemê tevlî meşe bûn.

Ewlehiya meşe ji aliyên Hêzên Ewlekariya Hûndirîn, trafîk û Hawarî vê hate girtin.

Pankartên “Em ê berxwedanê bilind bikin, dîwaran hilweşînin, Efrînê rizgar bikin”, “Qatil Erdogan”, “Ka mirovahî”, “Bijî berxwedana Efrînê bi zimanê kurdî, ıngilizî û erebî” hate hildan.

Meşvanan bi siloganên piştgiriya Efrînê û silogana “Bi hilweşandina dîwaran em ê Efrînê rizgar bikin” heta Goristana Şehîd Delîl Saroxan vê meşiyan.

Meş li vir veguherî mitingê û axaftin hat kirin.

Endama Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Qamişlo Menîce Heyder avakirina dîwarê perçêkirine li Efrînê şermezar kir û got: “Dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê de em şermezar dikin. Hemû şêwazên li dijî mirovatiyê tê meşandin. Heya  gihişt astekê ku bi lêkirina dîwar re Sûriyê parçe bike. Armanca lêkirina dîwar ew e ku Efrînê bi axa Tirkiyê re girê bide. Tevî van kiryarên qirêj re bêdengiya navnetewî û ya rejîma Sûriyê heye. Heya ku em Efrînê rizgar nekin em ranawestin. Berxwedana me wê berdewam bike.”

Hevserokê Meclîsa Navçeya Rojhilatê Qamişlo Ebdullkerîm Ebdullrehman bêdengiya dewletên navnetewî li hemberî kiryarên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê de şermezar kir û got: “Efrîn beşek jî axa Sûriyê. Divê rejîma Sûriyê bi erkên xwe rabe. Bêdengiya rejîma Sûriyê diyar dike ku bi Tirkiyê û bi Rûsya re lihev kirine. Em ê bi berxwedana xwe Tirkiyê ji Efrînê derxînin.”

Mitîng bi tilîliyên dayîkan û bi siloganên “Efrîn ne bi tene ye” bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din