Şêniyên Qamişlo: Divê alîkarî bi feqîran re were kirin

Şêniyên bajarê Qamişlo dirêjkirina dema qedexeya derketinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê erênî nirxandin û gotin: “Divê alîkarî bi feqîran re were kirin.”

Ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê li gelek welatan qedexeya derketina derve hat îlankirin. Yek jî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Rêveberiya Xweser li rexma êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi hemû hêza xwe hewl dide gelê herêmê ji vîrûsa Koronayê biparêz e. Rêveberiyê di 23’ê Adarê de qedexeya derketina derve îlan kir û diyar kir ku dê qedexe heya 21’ê Nîsanê berdewam bike.

Di vê çarçoveyê de welatiyê bi navê Rakan Hiso yê ji taxa Hilêliyê ya rojavayê bajarê Qamişlo got: “Qedexeya derketina derve gaveke baş e, me ji vîrusa Koronayê diparêze. Lê dê heta dema çinînê anku rakirina musimê dewam bike û em nikarin deraseyên xwe çak bikin da ku derkevin musimê. Em  di mewsimê de kar dikin û debara zarokên xwe jê derdixin. Dema qedexeyê heta dema mûsimê ye û em nikarin deraseyên xwe saz bikin. Ji ber vê yekê divê werşeyeke çaksaziyê ji bo sazkirina deraseyan were vekirin.”

 

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku di dema qedexeyê de dermanxaneyên dermanên çandiniyê, beyterî, dikanên taybet bi sazkirin  û firotina alavên çandiniyê yên wekî (Derase, traktor û alavên bi çandiniyê ve girêdayî) ji saet 5 êvarê û heta roja din serê sibê dê vekirîbin.

Welatiyê bi navê Lezgîn Elî jî îşaret bi hejmara kesên li cîhanê bi vîrusê ketine û mirine kir û wiha got: “Hinek dewletan bergiriyên pêşîlêgirtina vîrûsê zû negirtin. Ji ber wê jî hêjmara kesên bi vîrûsê ketine zêde dibin.  Tedbîrên ku Rêveberiya Xweser girtine, gavên baş in. El diparêzin. Ji ber van tedbîran hetanî niha li herêmê kesek bi vîrûsê neketiye.”

Welatiya bi navê Bedîa Emîn axivî û got: “Em biryara Rêveberiya Xweser bi erênî pêşwazî dikin. Biryar di cihê xwe de ye. Me ji vîrûsê diparêze. Lê hinek malbat hene rewşa wan a aborî xirab e. Divê alîkariya wan malbatan bê kirin.” Bedîa Emîn bang li şêniyan kir ku li gorî bergiriyan tev bigerin û parastina xwe ji vîrusê bikin.

Komîteya Zabiteyan jî li bazarê buhayê kel û pelan kontrol dikin û gerên xwe berdewam dikin.

Berpirsa Komîteya Zabîteyê Raperîn Hesen got: “Em li bazarê diğerin û di dema qedexeya derketina derve de buhayê kel û pelan kontrol dikin. Qedexe dikanan nagire nava xwe, lê heke em bibînin hin dikan ne li gorî saetên vekirinê dikanên xwe vekin an jî kel û pelan buha bikin em ê yeker xwediyê dikanê hişyar bikin û heke li gorî vê jî tev negeriya ew ê bigihêje asta girtina dikanê jî.”

Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo hîn jî kolanên sereke û bazarê dezenfete dikin.

 (eh)

ANHA


Mijarên Din