Şêniyên Qamişlo ji bo rêyan bi gazinc in

Şêniyên kantona Qamişlo ji ber rêyên xirab bi gazincin. Komîteya Şaredariyan a Kantona Qamişlo soza destpêkirina serjimartinê ji bo ku pirsgirêka rêyan û piran çareser bike, kiriye.

Baranên zêde yên meha dawî li herêmê Cizîrê barî, zirarên mezin gihand rê û pire yan. Gelek rê xirab bûn û ji xizmetê ve derketin.

Rêyên di navbera gundan û bajaran bi hev ve girê dide xirab bûne. Hinek ji van rêyan jî rêyên ku navçeya Dêrikê dighîne Qamişlo, rêyên navçeya Amûdê, bajarê Dirbesiyê û Serêkaniyê.

Şênî bi taybet ajokar ji ber kortên li ser rêyan zehmetiyan dikşînin. Ji ber wê riyên muxalif bi kar tînin di encamê de tirafîk qerebelix dibe.

‘Ti riyek baş tune ye’

Şêniyê bi navê Mihîdîn Taha ji şêniyên bajarê Qamişloyê ye û ajokar e. Taha destnîşan kir ku hemû rêyên Qamişlo tijî kort in û nayên bi kar anîn. Taha diyar kir ku ji ber wê hin caran nikarin bixebitin.

Taha bang li Şaredariya Gel kir ku rêyan sererast bikin, bi taybet jî rêya taxa Enteriye ya giştî.

Riyên ku niha herî zêde zirar dîtine

Ji rêyên herî zêde ji ber lehiya zirar dîtine riya Petrolê ya navçeya Til Hemîsê ye. Ev rê rêyek stratejîk e. Navçeya Til Hemîsê bi navçeya Til Birakê ve girê dide. Her wiha navçeyê bi bajarê Dêrikê ve girê dide. Pira gundê Dugur a ku dikeve rêya di navbera navçeya Tirbespiyê û bajarê Qamişlo ji ber hilweşîna pirê rastî xeteriyê tê. Piraniya rêyên sereke, deriyên têketin û derketina ji bajarê Qamişlo kort lê çêbûne.

Şaredariya Gel a Til Hemîsê wek çareseriyek lezgîn, 4 pirên ku li ber hilweşînê ye sererast kirin. Kortan bi kevirên şikandî tijî kirin. Li bajarê Qamişloyê jî gelek kort bi kevirê şikandî hatin tijîkirin, lê ji ber derbasbûna erebeyên mezin û giran ev çareserî dîsa rewşa riyan baş nekir û kevir veguherîn komên heriyê.

Şêniyê bi navê Cemal Mihemed Hesen ji taxa Enteriyê ya bajarê Qamişloyê ye, diyar kir rêyên bajêr nayên bikaranîn hemû veguherîne kortên heriyê. Hesen bang li şaredariyên gel ên Qamişlo kir ku bi lez rêyan sererast bikin.

Destpêkirina prosesa serjimartina giştî ji rêyan û  pirên ku zirar dîtine

Hevserokê Komîteya Şaredariyan a Kantona Qamişlo Mesûd Yûsif diyar kir ku komîteyê dest bi serjimatina giştî ya girêdayî rê û pirên ku zirar dîtine kiriye. Yûsif got ku dê komite ziyayan tespit bike û li gorî wê çareseriyên guncaw peyda bike.

Yûsif eşkere kir ku komîteyê di sala heyî de prosesa sererastkirina rê û piran xistiye xebatên xwe yên destpêkê. Tê payîn ku di demek nêz de yekser dest bi xebatan bike yanî piştî bidawîbûna serjimartinê.

(şx)

ANHA


Mijarên Din