Şêniyên Qamişlo li dijî tecrîdê daketin qadan

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo bi armanca şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîdayîna berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê meşeke girseyî li dar xistin.

Bi sedan xelkê bajarê Qamişlo bi dirûşmeya  "Em ê tecrîdê bişkînin , faşîzmê hilweşînin û bi Rêber Apo re azad bijîn" daketin qadan û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin, her wiha piştgiriya xwe bi çalakgerên grevên birçîbûnê re anîn ziman.

Meş ji çerxerêye 4’ê Nîsanê dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Leyla Guven û Nasir Yagiz hatin hildan û dirûşmeyên şermzarkirina kiryarên dewleta Tirk derheqê girtiyan û silavkirina berxwedana çalakgerên grevên birçîbûnê hatin berzkirin.

Meşê li Xeta Hîzamê ya li beramberî sînorê Bakurê Kurdistanê veguherî mîtîngê. Piştî bîranîna cangoriyên azadiyê, li ser navê meclisa bajarê Qamişlo Heval Selman axivî û got: "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployek navnetewî hate girtin, komplo bi girankirina tecrîdkirinê didome, lê civaka navdewletî ji vê yekê bêdeng."

Piştre li ser navê Kongreya Star Xaliya Mihemed axivî û got:"Daxwazên çalakgerên grevên birçîbûnê yên di girtîgehên Tirkiyê de daxwazên me ne. Em Kongreya Star piştgiriyê didin çalakvanên xwe û em dibêjin ku heta Serokê me azad nebe, wê berxwedana me bidome.”

Xaliya, got dewleta Tirk û civaka navdewletî ji jiyana çalakgerên grevê berpirsyar e û banga li rêxistinên mirovî kir ku di zûtirin demê de mudaxele bikin û jiyana wan rizgar bike.

Meş bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Îmralî û çalakgerên greva birçîbûnê bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din