Şêniyên Qamişlo : Îro dem dema yekîtiyê ye

Bi hezaran şêniyên Qamişlo derketin kolanan û gotin: “Îro dem dema yekîtiyê ye.”

Bi hezaran gelê bajarê Qamişlo derketin kolana û bang li partiyên Kurd kirin ku yekîtiya xwe avabikin.

Fatima Mehmûd yek ji wan jinên ku beşdarî xwebêşandan bibû bang partiyên siyasî kir û got:"Îro dem dema yekîtiyê ye ger em îro ranebin li ser lingên xwe wê dewletê dunyayê hemû li me bibin yek. Çi mirovekî kurd hebe ku tevlî vê yekîtiyê nebe divê ceza bibe"

Fatima kesên ku yekîtiyê nehilbijêre wan wekî dijimin dibîne û wiha pê de çû:"Êdî bese ji vê nakokiyê re ji vê newekhevêy re, kesê ku vê yekîtiyê naxwaze bila ne bêje ez kurdim, hesb dikin ew jî dijminê kurdan ne"

 Her wiha Ismaîl Mihemd Emîn bi yekîtiyê wê cave dijminê me bê derxistin û got:"Bê yekîtî nakokî çareser nabin, gava yekîtiya me hebe em ê çavê dijmin derxînin"

Ismaîl banga li partiyên ku nebeşdar bûn xwe diyar dikin kir û got:"Em bi hêvîne em bighêjin yekîtiyekê, bê yekîtî em bi ser nakevin û bê yekîtî nabe"

(s b-e s)

ANH


Mijarên Din