Şêniyên Qamişlo sersaxî da malbata şehîd Dilşêr

Şêniyên bajarê Qamişlo sersaxî ji malbata şehîdê QSD`ê Salih Qewas (Dilşêr) re xwest ku di Berxwedan Rûmetê de şehîd bûbû.

Bi sedan şêniyên Qamişlo, endamên Kongreya Star, PYD û saziyên civaka sivîl serdana konê sersaxiyê kir. Kon li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo hatiye vedan. Konê sersaxiyê bi wêneyên rêber Abdullah Ocelan, wêneyên şehîdan, alên YPJ, YPG û QSD’ê hate xemilandin.

Di bin konê sersaxiyê de endamê PYD`ê Ebdelhelîm Iko got: "Şehîd ew in ku ciwantiya xwe dan ji bo welatekî azad, ji bo wekheviyeka hemû pêkhateyên herêmê, ji ber vê yekê şehîd rûmeta gelan in."

Paşê endama Meclisa Qamişlo Delal Hisên axivî û got: "Şehîdên me xwediyê vîn û biryarekê ne, ên ku ne xwedî vîn û biryarekê bin, ne layîqî jiyanê ne."

Konê sersaxiyê dê hetanî seatên berêvarî vekirî be.

(ekîb)

ANHA


Mijarên Din