Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbatên şehîdên QSD`ê re xwest

Bi sedan şêniyên Qamişlo serdana konê sersaxiyê yê her du şehîdên QSD`ê Hesen Xeraba (Egîd) û Mihemed Îbrahîm (Hiniş Taminê) kir û sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest.

Konê sersaxiyê li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo li pêşiya mala şehîd Hesen hate vedan û kon bi wêneyên her du şehîdan, alên QSD`ê, YPG û YPJ`ê, wêneyên rêber Abdulah Ocalan hate xemilandin.

Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya girêdayî bajarê Qamişlo, saziyên civaka sivîl, malbatên şehîdan û PYD`ê beşdarî konê sersaxiyê bûn.  Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Ebd Elezîz Osman axivî û sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest.

Her wiha endamê Saziya Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîs a bajarê Qamişlo Mihemed Xilêwî axivî û got: "Em hemû şehîdên xwe bi bîr tînin ên ku xwîna xwe beramberî ku em jiyaneke azad û birûmet bijîn, dan."

Şehîd Hesen Xeraba (Egîd) di 5‘ê Adarê de di encama teqîna mayina  çeteyên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbû û Mihemed Îbrahîm (Hiniş Taminê)di 6`ê Sibata 2018`an li Dêrazorê şehîd bûbû.

(ekib)

ANHA


Mijarên Din