Şêniyên Qamişloyê berxwedana li Heftanînê silav kir

Şêniyên bajarê Qamişloyê berxwedana şervanên Hêzên Parastina Gel (HPG) li dijî êrişên artêşa Tirk ên  li ser herêma Heftanînê ya Başûrê Kurdistanê silav kir û da zanîn ku artêşa Tirk planên xwe yên dagirkeriyê berdewam dike, ji ber vê divê li hemberî van êrişan gel hişyar be.

Îro bi sedan şêniyên Qamişlo berê xwe da konê sersaxiyê yê Hogir Mihemed (Laleş Koçer) ku li taxa Meyselûnê ya li rojhilatê Qamişlo hat vegirtin. Şehîd Laleş Koçer li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd şehîd bûbû.

Bi dehan endamên saziyên sivîl, leşkerî û şêniyên bajarê Qamişloyê tev li merasîma sersaxiyê bûn.

Di bin konê sersaxiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Kêfo Osman axivî û da zanîn ku gelê Kurd li dijî dijmin efsaneyên qehremaniyê dinivîsîne.

Bavê şehîd Can Welat, Mihyedîn Hesen berxwedana şervanên HPG`ê li dijî êrişên artêşa Tirk ên li herêma Heftanînê ya Başûrê Kurdistanê silav kir û destnîşan kir ku artêşa Tirk planên xwe yên dagirkeriyê berdewam dike, lewma divê gel li hemberî van planan hişyar be.

Şehîd Laleş Koçer 2004`an tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûbû û di 14`ê Îlona 2020`an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê gihaşt asta şehadetê.

(eh)

ANHA


Mijarên Din