Şêniyên Qamişloyê: Girîngiyê bidin paqijiya kesayetî û ji malên xwe dernekevin

Şêniyên bajarê Qamişlo destnîşan kir ku tevî qedexeya derketina derve, divê her malbatek tedbîran di nav malên xwe de bigire. Jê parastina paqijiya kesayetî, li hev kom nebin û ji mal dernekevin, ji bo ku bi hev re li dijî vîrusê bi ser bikevin.

Piştî belavbûna Koronavîrusê li cîhanê û ragihandina wê wek pandemî, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara qedexeya derketina derve ji 23`yê Adarê ve û heya 15 rojan da. Rêveberiyê diyar kir ku li gorî pêwîstiyê dibe ku ev dem were dirêjkirin.

Di roja sêyemîn a qedexeya derketina derve de ya ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi rêjeya ji sedî 80 çavdêriya wê dikin, ANHA’yê rewşa şêniyan di nav malan de û tedbîrên ji bo parastina ji vîrusê girtine, şopandin.

Hinek malbatan nahêlin endamên malbatê bi temamî derkevin derve yan jî derî ji kesekî re vekin. Hinek din jî dema diçin derve ji bo ku pêdiviyên xwe yên rojane peyda bikin, kemame (mask) û lepik bi kar tînin. Mîna ku şêniyê bi navê Ibrahîm Mado yê ji şêniyên taxa Kanal Siwês li rojhilatê bajarê Qamişlo dike.

Mado wiha dibêje: "Ji dema ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve ferz kiriye ve, ez ji mal derneketim, tenê carekê ji bo kirîna nan derketim. Dema derdikevim lepik û kemame bi kar tînim. Dema vedigerim hema yekser beyî ku destên xwe bi tiştekî bikin, dişom.”

Mado şênî hişyar kirin ku qedexeya derketina derve bînin cih û diyar kir ku çareseriya xweparastina ji vîrusê mayîna li mal e."

Gelek bijîşk û pisporên xwarinê, dibêjin divê sebze piştî kirînê yekser bêne şûştin. Lê piştî derketina vîrusa Korona, asta van hişyariyan zêde bû. Ji ber tirsa ku sebze bi vîrusê qirêj bibe.

Şêniya bi navê Selma Mado sebzeyan yekser bi sîrke pak dike girêdayî wê dibêje: "Bi giştî tê şîretkirinê ku divê sebze piştî kirînê yekser  û beriya biraştinê bêne şûştin. Tevî ku turikên sebzeyan werin çekirin. Ez ji malê dernakevim. Heta ku ez naçim bin konên sersaxiyê, ji ber ku ji cihên herî zêde şênî lê kom dibin tê hesibandin. Ger bixwazim rewşa kesekî nas bikim, bi rêya telefonê pê re diaxivim."

Her du hevser Ibrahîm û Selma Mado rojên xwe li mal derbas dikin. Di baxçeyê xwe de ya tijî kulîlk li ber tavê rûdinin.

Li maleke din, şêniyê bi navê Remedan Tacdîn Hesen û hevsera xwe Fatme Silêman di bin tirêjên roja biharê de rûniştibûn. Her du hevser dibêjin, ew tevahiya pêdiviyên xwe beriya qedexeya derketina derve peyda kirine da ku ji mal dernekevin. Ger tiştek pêwîst bû jî, ji dikanek nêzî wan dikirin.

Remedan û hevsera wî Fatme şênî hişyar kirin ku di cihên qerebalix de kom nebin. Her duyan got niha serdana malên zarokên xwe nakin. Tenê bi rêya telefonê rewşa wan nas dikin. Her du hevseran şîret kirin ku her kes perspektîvên xweparastina kesayetî, paqijî bînin cih û hertim malên xwe paqij bikin.

Hinek malbatên din jî di vê demê de zarokên xwe girêdayî paqijiya kesayetî zana dikin, nahêlin derkevin derve û ji wan ew diyar dikin ku mayîna li mal ji bo parastina tenduristiya wan e.

Tê destnîşankirin ku hêzên ewlekariyê xebatên xwe di warê zanakirina şêniyan de ji bo ku perspektîvên qedexeya derketina derve bînin cih didomînin. Di vî warî de, dema me rewşa kolanan dişopand, dewriyek hêzên ewlekariyê bi rêya bilindbêjikan bang li şêniyan kir ku li malên xwe bimînin û li pêşiya dikanan kom nebin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din