Şêniyên Reqa, Bab û Minbicê li Girê Spî ne û piştgiriya berxwedanê dikin

Ji bo piştgiriya berxwedana şêniyên Girê Spî û redkirina êrîşên dagirkeriya Tirkiyê, karwanek ji şêniyên bajarê Minbic, Tebqa û Dêrazorê berê xwe dan Girê Spî.

Şêniyan ji ANHA`yê re hêrs û redkirina xwe ji êrîşa dagirkeriya Tirkiyê diyar kirin, şêniyekî bajarê Reqayê: "Di vê pêvajoyê de pêwîstiya yekbûna gelan heye, da ku em bi ser bikevin" her wiha îşaret bi vekişandina hêzên Koalisyonê înkar e ji berpirsyariya xwe ya exlaqî beramberî gel û herêmê ye.

Her wiha şêniyekî ji bajarê Kobanê wiha got: "Em li virin da ku desteka QSD`ê û azadiya gelan bikin, ji bo şehîdên ku bi jiyana xwe ji bo rizgarkirina herêmê ji DAIŞ`ê, Erdogan zilm û şidetê li ser gel dimeşîne û sînor derbas dike, di demeke ku cîhan bêdeng e, eybe ji Tirkiyê re ku bi navê îslamê deng dike û zarok û jinan dikuje."

Sibhê Cuman jî axivî û wiha got: "Em li virin û piştgiriya gelê xwe yê Girê Spî dikin û li pêşiya hovîtiya Erdogan disekinin, em dev ji xak û hêza xwe bernadin, tu mafê Tirkiyê di xaka me de tine ye."

Şêniyekî ji herêma Babê bi navê Ebo Elî Şehba wiha got: "Ji ber binpêkirinên Tirkiyê û çeteyên wê, em ji Babê koçî Efrînê bûn, paşê ji Efrînê koçî Şehba ji ber komkujiyên Tirkiyê, paşê me berê xwe da Minbicê, niha jî Erdogan û çeteyên wê li pey me dikevin û nahêlin em bi ewle bijîn, em kuda biçin?, Erdogan siyaseta koçberî û guhertina demografîk pêk tîne, îro em li vir bi şêniyên xwe yê Girê Spî re ne da ku piştgiriya berxwedana wan bikin."

(jo)

ANHA


Mijarên Din