Şêniyên Reqa: Teqîna duh hevgirtina netewî kir hedef

Şêx û rûspiyên eşîrên bajarê Reqayê teqînên duh şermezar kirin û gotin: “Aliyên derve hewl didin îradeya gel bişkînin.”

Duh li bajarê Reqayê rêzeteqîn pêk hatin û di encamê de gelek şehîd û birîndar bûn. Ji ber vê êrîşê rûsipî û şêniyên bajêr ji ANHA`yê re re axivîn.

Şêxê eşîra El-Berîc Mihemed Nor El-Zîb  êrîş şermezar kir û wiha got: "Êrîşê sivîl kirin hedefa.”

El-Zîb wiha dewam kir: "Piştî serkeftina mezin ku QSD`ê  li Baxozê pêk anî, hin hêzên tarî hewl dan ku derbeyê li îstiqrara li herêmê û biratiya gelan bixin.”

El-Zîb destnîşan kir ku destê dewleta Tirkiyê di êrîşê de heye û got: "Piştî binkeftina mezin a partiyê di hilbijartinên Şardariyan û têkbirina çeteyên DAIŞ`ê, dewleta Tirk çeteyên xwe di êrîşên xwekujî de bikar anî û hevgirtina gelan kir hedef."

Şêxê eşîra El-Sebxê Mihemed Tirkî  El-Suan jî got: "Hin aliyên desthilatdariya cîhanê dixebitin da ku derbeyê li hevgirtina netewî bixin, tirsê têxin belav bikin piştî ku rewşa ewlehî bicih bû."

El-Soan diyar kir ku di demeke şênî vedigerin bajar û jiyan ji nû ve şîn dibe ev teqîn pêk tên û wiha axivî: “Ev karên wiha, me hîna zêdetir bi îsrar dike ku em di rêya tekoşîn û pêkanîna edaletê li hemû demografiya Sûriyê pêk bînin, dike."

ANHA


Mijarên Din